Konê çalakiyê bi banga azadiya fizîkî ya Ocalan bi dawî bû

Şêniyên Hesekê di çarçoveya pengava “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin konê çalakiyê ê ku hefteyek domandin bi dawî kirin.

Hesekê- Ji ber ku nêzî sê salan e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin çalakî li her derê didomin. Însiyatîfa gel a kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşma “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” li taxa Mişêrfê ya Hesekê kon vedabû bi daxuyaniyekê di roja xwe ya heftan de çalakiyê bi dawî kir.

Di bernameya roja dawî ya konê çalakiyê de gelek kes û endamên saziyên sivîl ji navçeyên Başûr a bajarê Hesekê tevlî konê çalakiyê bûn, sînevîzyon li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat temaşekirin.

Endama Însyafîfa Nûn a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê û berpirsa Yekitiya jinên Ermen Enahîd Qesebiyan teqez kir ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan li ser hebûn, hêz û zanebûna jinan e û wiha got: “Îro em tevlî konê çalakiyê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bûne. Ji ber ku Rêber Ocalan rêberekî azadîxwaz e ji bo tevahî pêkhateyan felsefeyek azad pêşkêş kir û bi taybetî ji bo jinan felsefeyek xelasiya ji bindestî û koletiyê ye. Em van çalakiyan pîroz dibînin û piştgirî didin.”

‘Tecrîda li ser Ocalan û hedefgirtina jinan xwedî heman armancê ye’

Enahîd Qesebiyan bal kişand ser hedefgirtina jinan û got: “Îro planek li dijî jinên pêşeng ên ku xwe bi felsefeya Rêber Ocalan bi rêxistin kirin, bûn xwedî hêz û îrade, tê meşandin. Lewma em dibînin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîdekek li dijî tevahî mirovan e û bi taybetî li dijî jinan e ji ber ku jinan xwe di vê felsefeyê de azad dîtin û ji bo azadiya tevahî jinan vê felsefê belav bikin. Em vê tecrîdê şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li zanyar, fîlozof û xelasiya gelan Rêber Ocalan derkevin û wî azad bikin.”

Enahîd Qesebiyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd bi armanca rêgirtina li ber fikir û felsefeya Ocalan e lê ev yek pêk nehat. Fikir û felsefeya Ocalan bi ked û vîna jinên azadîxwaz belav bû, gihîşt asteke wisa ku yekitiya jinan a cîhanî were avakirin di bin dirûşma Jin Jiyan Azadî de.”