Ji ber ferzkirina hicaba bi zorê Nerges Mihemedî nebirin nexweşxaneyê!

Nergîs Mihemedî tevî ku ji ber girtina damarên dil divê were emeliyatkirin jî hikûmeta Îranê Nergîs Mihemedî nebir nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî bi riya hesabê xwe yê tora civakî “Instagram” ragihand ku ji ber redkirina hicaba mecbûrî careke din nehiştine biçe nexweşxaneya dil.

Nergîs Mihemedî, ya ku diviyabû duh êvarê ango roja 15’ê Mijdarê ji zindana Evînê ji bo emeliyata dil biçûya nexweşxaneyê lê wê nebirin. Nerges Mihemedî li ser vê mijarê wiha got: “Îro 15’ê Mijdarê, piştî dayîna îcazeta ji dozgeriyê û hevahengiya bi nexweşxaneyê re ji bo pêkanîna rewşa awarte saet 9’ê sibê ez çûm korîdorê, midûrê girtîgehê got ku Serdozgerê Komarê bi biryara nivîskî diyar kiriye ku bêyî hîcab kes nikare ji girtîgehê derkeve. Min got tu dizanî dilê min çawa ye? Got erê lê tu hicabê li xwe nekî, tu naçî emeliyata dil nabî.”

‘Rejîm serî li her rê û rêbaza qirêj dide’

Nergîs Mihemedî bal kişand ku rejîma xwedî şerma mezin, rezîl, stemkar û mêtinger hemû rê û rêbazan bi kar tîne ji bo afirandina teror, zordarî, kuştin, îşkencekirin û wêrankirina civakê, ji bo domandina desthilatdariya xwe û got: “Erka me ya mirovî ew e ku li hemberî zilma rejîma bêdad em bêdeng bimînin û dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin.”

Li gorî encamên raporên bijîjkî yên ku di 8’ê Mijdarê de hatin eşkerekirin, Nergîs Mihemedî ji ber "girtina damarên dil, kombûna şilavê li dora dil û îltîhaba giran a mîde" nexweş e.