Meclîsa Îştar a Mexmûrê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe ragihand.

Mexmûr - Bi boneya nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî Dihunin Tevna Jiyanê” starta çalakiyên xwe ragihand. Daxuyanî li mala gel hat dayîn. Beriya daxuyaniyê ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek ve hat xwendin.

‘Bi pêşengtiya jinên Kurd têkoşîna azadiya jinê ber bi lutkeyê ve diçe’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin di dîrokê de hertim rastî êrişan hatine û wiha hat gotin: “Di komcivîna jinan a Emerîkaya Latîn de ku di sala 1981’an de li Kolombiyayê kom bû, ji bo bîranîna hersê xwişkên Mîrabel ku têkoşîna azadiyê dane, 25’ê Mijdarê ‘Li Cîhanê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê’ hat îlankirin. Ji wê rojê heya niha jin li beramberî tundutujiya pergala mêrê desthilatdar, dinav têkoşînê dene. Bi taybet ji ber pêşengtiya jinên Kurd têkoşîna azadiya jinê ber bi lutkeyê ve diçe. Pergala mêrê desthilatdar jinên têkoşer ji bo xwe wek xeterî dibîne û komkujiyan pêktîne. Komkujiya ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê pêkhat û sê jinên têkoşer Sara, Fîdan û Leyla hatin hedefgirtin û gihiştin asta şehadete îspata tirsa pergala mêrê desthilardar ji jinên pêşeng e.

‘Heta azadiya jin û civakê emê têkoşîna xwe mezin bikin’

Girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji jinên berxwedêr tijîne. Ev yek diyar dike ku desthilatdariya mêr ji yekitiya jinan çiqas ditirse. Lê bi yekitî û hevgirtina jinan ya di têkoşînê de tu carî pergala mêrê desthilatdar negihije armanca xwe. Roj nîne ku jin li seranserî cîhanê bi tundutujiyê re rû bi rû neminin. Ji tacîzê bigre heya destdirêjî û qetilkirinê. Jin tenê bixwe rêxistinkirinê dikare xwe ji tundutujiyê rizgar bike. Li ser vê esasê em wekî meclîsa jinan a wargeha Şehîd Rustem Cudî bi wesîleya roja têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê em tundutujiyê şermezar dikin û dibêjin heta azadiya jin û civakê emê têkoşîna xwe mezin bikin û li mîrateya jinên têkoşer xwedî derkevin.”

Starta çalakiyan wiha ye:

Panelekî berfireh li ser tundutujiya li ser jin wê were bi rêxistinkirin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan seminer were dayîn.

Bi qada perwerdê û YXA re ji bo xwendekarên amadeyi rêze seminer bê dayîn.

Roja 25’ê Mijdarê meşeke girseyî were li darxistin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.