Ji bo Meşa Azadiyê banga tevlibûnê li her kesê hat kirin

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bal kişandin ser meşa ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve û wiha gotin: “Em ê ji bo azadiya birêz Ocalan di 19’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ê ber bi azadiyê ve bimeşin.”

Navenda Nûçeyan- Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re  (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA- TUHAYDER), kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Alimên Olê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) têkildarî “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, li avahiya HEDEP’ê ya bajar daxuyaniya çapemeniyê dan.

‘Komar di sedsala nû de jî di polîtîkayên şer de îsrar dike’

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka MA-TUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr ve hat xwendin. Dîlek Sonmez Demîr, got ku bi avakirina netewe-dewletê re li vê erdnîgariyê polîtîkayên zext, pişaftin û yekperestiyê li ser gelan hatine ferzkirin. Dîlek Sonmez Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîkaya pişaftinê bi taybetî jî li dijî gelê Kurd hat meşandin û bi vê yekê re mafên sereke yên Kurdan, çand, ziman û qadên wan ên jiyanê hedef hatin girtin. Di demeke ku em dikevin sedsala duyemîn a komarê de, komarê di nava 100 salan de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk tu rêbazên çareseriyê pêş nexist û di sedsala nû de di polîtîkayên şer de îsrar dike.”

‘Ev encama polîtîkaya perçekirinê ya îqtîdarê ye’

Dîlek Sonmez Demîr, anî ziman ku polîtîkayên zext û şer di serdema îqtîdara AKP-MHP’ê de bêhtir hatine kûrkirin û wiha pê de çû: “Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê hatine binpêkirin, bi rejîma qeyûman vîna gelê Kurd tê xespkirin, operasyonên qirkirina siyasî tên meşandin û bi polîtîkayên dîlgirtinê re li dijî gelê Kurd û tevahiya civakê hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê. Kesên li dijî zextên li ser zimanê me yê dayikê derdikevin tên lînckirin û ev yek encama polîtîkaya perçekirinê ya îqtîdarê ye.”

‘Îqtîdar polîtîkayên xwe yên zext û zorê didomîne’

Di berdewamiya axaftinê de Dîlek Sonmez Demîr destnîşan kir ku îqtîdara AKP-MHP’ê di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de bi îsrar e û vê yekê yekser eleqeya xwe bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heye. Dîlek Sonmez Demîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, encama “hiqûqa dijminatiyê” ya li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê ne û wiha axivî: “Tecrîda girankirî ku 25 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan tê domandin, tecrîdkirina gelê Kurd û gelên ji bo azadiyê têdikoşin e. Li gel vê, her wiha dixwazin bi tecrîdê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya gelên Tirkiyeyê jî tecrîd bikin. Tam ji ber vê yekê ye ku mijara tecrîdê esasî ye hewce ye bibe rojeva hêz û kirdeyên civakê. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka hevpar a hemû hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji ber ku di heman demê de îsrara me ya pêkvejiyanê jî tê tecrîdkirin.”

‘Em mecbûr in ku jiyana nû ava bikin’

Dîlek Sonmez Demîr, anî ziman ku berpirsyariya ewil a li hemberî tecrîda li Îmraliyê, mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye û wiha got: “Ev yek, di heman demê de li dijî polîtîkayên şer û tundiyê tê wateya avakirina aştiya bi rûmet. Weke kesên ku neçar mane qadên xwe yên jiyanê biterikînin, ji neçarî bi riyên koçê ketin û rastî hemû cureyên derhiqûqî û neheqiyê hatin, em mecbûr in jiyana nû ava bikin.”

‘Tevli meşa ji bo azadiyê bibin’

Dîlek Sonmez Demîr, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo vê jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û ji hêla fizîkî ve azad bibe. Rojeva me ya sereke jî ev e. Em ê di vê çarçoveyê de 18'ê Mijdarê ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê li dar bixin. Li dijî kesên ku dixwazin bêhnê li civakê biçikînin û ji bo ku em bikaribin bi rehetî bêhnê bigrin, tekane hêza ku dikare tecrîda sûcê li dijî mirovahiyê bi dawî bike em in. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin, em li gel azadiya birêz Ocalan in. Bi vê sedemê em ê di 19’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ê ber bi azadiyê ve gav diavêjin û pêş dikevin.”