Êriş û rêgiriya li ser Şehbayê zivistanê zehmet dike

Hevseroka Şaredariya wargeha Berxwedan a navçeya Fafîn kantona Şehbayê û jinên Efrînê yên ku li kampê dijîn diyarkirin ku bi hatina demsala zivistanê û zehmetiyên wê jî hîna dorpêça li ser herêmê berdewam dike.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ev demsala zivistanê yê şeşemîn e ku xelkê Efrînê yên piştî dagirkeriya dewleta Tirk a 2018’an koçî kantona Şehbayê bûne, dijîn. Di dirêjahiya salên koçberiyê de xelk bi her awayî li berxwe didin. Di heman demê Hikumeta Şamê di van salan de rêgiriya xwe li ser kantona Şehbayê bê navber berdewam dike. Li kêlek dorpêç û rêgiriya hikûmeya Şamê jî dewleta Tirk êrîşên xwe li ser koçberên Efrînê jî ranawestîne. Ruxmî hemû astengî û şert û mercên ku tên jiyîn xelkê Şehbayê li berxwe dide. Bi taybet miletên ku li wargehên koçberiyê dijîn bi hatina demsala zivistanê zehmetiyên dijwar dibînin.

Derbarê zehmetiyên ku şêniyên Şehbayê bi hatina demsala zivistanê re ji ber êriş û rêgiriyê dijîn hevseroka Şaredariya Kampa Berxwedan û jinên li kampê dijîn bi ajansa me re axivîn.

'Li gor derfetan alîkarî hate dayîn'

Hevseroka Şaredariya wargeha Berxwedan Lîlav Şêxo derbarê alîkariyên ku vê pêvajoyê ji gel re hat dayîn wiha got: "Bi hatina demsala zivistanê em hewil didin barê milet sivik bikin bi taybet yên ku wargehan dijîn. Li gor derfetên di destên me de û şert û mercên ku em tê re derbas dibin heya astekê destek didin gelê xwe. Îsal ruxmî rêgiriya Hikumeta Şamê li ser me me çadir, neylon, çîmento li ser milet belavkirin ji bo tedbîrên xwe beriya zivistanê bigirin. Ev tişt li tevahî gelê wargehê hate belavkirin. Me xwest çadirên wan nû bikin ji bo ku ji baran û avê wan biparêzin. Dîsa jî hewildanên me hene ku pêdîviyên milet giştî ruxmî astengiyan pêk bînin."

'Zivistan hat û dorpêç berdewam e'

Ji jinên ku li kampa Berxwedan dijîn Lîna Qasêm bal kişand ser zehmetiyên wan di demsala zivistanê de û astengiyên ku dijîn wê nebe bend li hember berxwedana wan û got: "Ev bû 6 sal in em di wargehan de dijîn û hemû astengiyan derbas dikin. Çadir û neylon wê me ji zehmetiyên zivistanê ne parêzin, lê dîsa berxwedana me tu carî ranawest e. Zivistan hat û gaz, mazot û pêdîviyên jiynê tune ne. Bi taybet em di warê nexweşî û derman de gelek astengiyan dikşînin. Pêşiya çadiran av kom dibe û derbasî malên me dibe di zivistanê de. Hîna jî êrîşên dagirkeirya dewleta tirk li ser me berdewam dike, her wiha dorpêç jî nahêle pêwîstiyên me pêk bên. Ji ber tunebûna mazotê elekterîk jî kêm dibe."

‘Rûxmê zehmetiyan berxwedana me didome'

Emîna Xilo jî behsa berdewamiya berxwedana xwe li dijî astengiyên jiyanê ji bo vegera li Efrînê kir û wiha pê de çû: "Zehmetî û astengiyên ku em dibînin tu kes nikare tehmûl bike. Di nav çadiran de av di zivistanê de kom dibe û di rêyan de em astengiyan dibînin. Gaz jî tune ye ku em pêdîviyên xwe pêk bînin. Xelk li Şehbayê gelek astengiyan dijîn dîsa berxwedan û têkoşîna me ji zehmetiyan bilindtir e. Em li Efrînê gelek rihet bûn û me tu zehmetî ne didîtin. Roj wê bê û em ê dîsa vê rihetbûnê bijîn."