Jinên koçber di semînerê de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman

Jinên koçber ên li gundê Qebir Şamiyê yê girêdayî navçeya Til Temirê ku tevli semînerê bûn li ser tundiyê axivîn û ji bo çareseriyê pêşinyarên xwe anîn ziman

Hesekê- Kongra Star ji 13'ê Mijdarê ve li gundewarên navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi semîneran kiriye. Îro ji bo jinên koçber ên gundê Qibir Şamiyê yê başûrê navçeyê, semîner hat dayîn. Di semînerê de jinan li ser tundiya pê re rûbirû dimînin û êşa ku dikşînin nîqaş kirin. Her wiha di nîqaşan de bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan û şoreşa herî mezin a ku hatiye lidarxistin. Di semînerê de jineke Ereb got: "Ne ji Rêber Apo bûya, wê jiyana me bê êş û dojeh bûya."

Têkildarî vê mijarê jinan ji ajansa me re axivîn û pêşinyarên xwe anîn ziman.

'Jin xwedî nêrîn fikrên avaker û stratejîk in'

Zehra El-Hemîd a ku ji gundê Til El-Werid ê girêdayî navçeya Zirganê koçber bûye, wiha nêrîna xwe der barê tundiyê de anî ziman: "Xala sereke û bingehîn divê ku semînerên wiha li ser mijarên tundiyê, şêwe û awayên çareseriya wê ji mêran re jî werin dayin. Di nîqaş û diyalogên hişk di navbera jin û mêr de mezintirîn tundî ji ber nefêmkirinê çêdibe. Jin bi aqil e, xwedî nêrînên stratejîk e û pê re dikare lihevkirin çêbibe, ji lewre her tişt bi tundiyê nabe. Divê ku mêr li jinan guhdar bikin, şaşîtiyên ku mêr dikin bi riya fikrên avaker ên jinan rastiya wan û werin destgirtin."

'Em bi hev re civaka xwe ava bikin û nifşên nû li ser azadiyê mezin bikin'

Zehra El-Hemîd wiha gotinên xwe berdevam kir: "Tundiya ku îro li ser jinan çêdibe, jêdera wê zeyîftiya hundirê mêr de ye. Zilamtî ne bi tundiyê ye, bi fêmkirina mirovên li hember xwe ye û zanîna erk û berpirsiyariyên li ser herdu zayendan e. Karekterê bihêz ew e ku tu min û xwe nas bikî lê tundî û ferzkirina gotina xwe çavkaniya xwe ji bêhêziyê digre. Divê ku jin û mêr mijara azadiyê kûr fêm bikin, ji ber azadî wekhevî û bihîstina dengê me tîne. Em bi hev re civaka xwe li ser rêgezên rast ava bikin her wiha em nifşên nû li ser wateya azadiya rast perwerde bikin û nifşên xwe bi têgehên çewt ên hatine rûniştandin nekujin."

'Pêwîst e mêr li ser mijara girîngiya jinan a di civakê de perwerde bibînin'

Emîra Mihemed jî da xuyakirin ku tundî didome û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku mêr li pêşberî civakê giştî bi gotinan min bişkîne, ev yek ji cureyên tundiyê ye û ev bi xwe nayê qîma min ku tiştekî wiha der heqê min de bibe. Herî kêm divê ku mêr rêzê ji jinan re bigrin li mal, kolan û li tu derê jî divê ku wê neşkînin, odeyek heye her tişt li wir tê nîqaşkirin û çareserî tê dîtin. Ji lewre divê ku mêr li ser mijara rêzgirtina ji jinê re û girîngiya rola wê ya di civakê de perwerdeyan bibînin, broşûr li wan werin belavkirin û zana bibin. Serdema ku îro em tê de ne zanisteke ku xwe dispêre wekheviya jin û mêr dixwaze. Gelek girîng e mêr zeyîftiyên hundirê xwe fêm bikin, da ku bigihîjin wê girîngiya ku jinan weke her dem rêhevala xwe bibîne."

'Di mijara aboriyê de jî jin rastî tundiyê tê'

Cemîla Şêxo jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Yek ji mînakên herî nêz di civakê de ew e ku xwişka min du keçên wê çêbûn lê hevjînê wê kur dixwest. Dema çênebû zewaca duemîn kir. Divê ku mêr li ser van mijaran werin ronîkirin. Di mijarên aboriyê de jî tundî çêdibe lê belê tişta ku ew dijîn em jî dijîn û divê ku mêr vê fêm bikin ew e ku em bi hev re dikarin gelek zehmetiyan derbas bikin. Me beşek mezin ji berpirsiyariya malê girtiye ser milên xwe lê dîsa jî ji mêr be ew xwediyê her tiştî ye. Ji lewre ya herî girîng ew e ku em ji hev re bibin stûn."