Parlamenterê êrişkar di vegera Hindistanê de hat binçvakirin

Parlamenter Prajwal Revanna yê ku li Hindistanê gelek caran êrişa zayendî li dijî jinan kiriye, piştî biryara girtinê ya der barê wî de dema ji Almanyayê vedigeriya Hindistanê hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Parlamenter Prajwal Revanna yê 33 salî ku li Hindistanê li dijî gelek jinan êrişa zayendî kiribû, di 27’ê Nîsanê de ji welatê xwe çûbû Almanyayê. Li ser biryara girtinê ya ku der barê wî de hatibû girtin dema ji Almanyayê vegeriya li Bengaluruyê hat binçavkirin.

Piştî dengdayînê ji Hindistane reviya

Li gorî nûçeya BBC'yê, serokwezîr Narendra Modi Prajwal Revanna yê ku bi Bharatiya Janata Partisi (BJP) ya nêzî Janata partiya Dal e, ji bo li herêma Hassan a li Karnatakaya başûrê welatê xwe ji nû ve bibe parlamenter ketibû pêşbaziyê. Beriya ku li Hassanê pêvajoya hilbijartinê dest pê bike, bi hezaran bellekên USB yên ku vîdyoyên parlementer ên êrişa zayendî ya li dijî jinan tê de bûn, li Karnatakayê belav bûn. Pravwal Revanna der barê vîdyoyan de şîrove kir û piştî ku dendayîna hilbijartinê bi dawî bû ji Hindistanê reviya.

3 jinan serlêdana sûc kiribûn

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya li welat der derketine, heta îro 3 parlementerên jin der barê Prajwal de bi hinceta “êrişa zayendî” gilî kirine. Serokwezîrê eyaleta Kartatakyê K Siddaramaiah ku der barê êrişa zayendî de lêpirsînê da destpêkirin, li ser serlêdana komeke polîsan a taybet der barê Prajwal Revanna de 18’ê gulanê biryara girtinê derxist. Daxwaza kefaletê ya ku Prajwal Revanna beriya were binçavkirin kiribû jî ji aliyê dadgehê de 30 Gulanê hat redkirin.

Prajwal Revanna, yê ku bi hefteyan bû cihê wî nedihat diyarkirin, di 27’ê Gulanê de vîdyoyek weşand û diyar kir ku ew ê derkeve pêşberî Koma Lêpirsîna Yaybet. Hat diyarkirin ku vîdyo piştî ku bapîrê Prajwal Revanna û serokwezîrê Hindistanê yê berê HD Deve Gowda bang lê kirine ku vegere Hindistanê û derkeve pêşberê dadgehê hatiye weşandin.