Dayikên Şemiyê: Me dayika xwe Nora winda kir, em pir xemgîn in

Dayikên Şemiyê di peyama xwe ya têkildarî wefata Endama Damezrîner a Saziya Dayikên Şemiyê ya Plazo De Mayo Nora Cortîñas de wiha got: "Em ê te bi Dayikên Şemiyê yên ku wefat kirine re di têkoşîna xwe ya bîranîn, heqîqet û edaletê de bidin jiyîn..."

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê/Gel, têkildarî mirina endama damezrîner a rêxistina Dayikên Plazo De Mayo ku ji serdema dîktatoriyê ve li Arjantînê ji bo dîtina zarokên xwe yên winda hatine avakirin Nora Cortîñas peyamek weşand.

Di nivîsa Dayikên Şemiyê ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Me dayika xwe Nora winda kir, em pir xemgîn in. Nora Morales de Cortiñas, yek ji dayikên damezrîner ên Plaza de Mayo, di 94 saliya xwe de koça dawî kir. Nora ne tenê li kurê xwe Gustavo yê ku di sala 1977'an de li bajarê Buenos Aires/Castelarê hat windakirin geriya, di heman demê de hevgirtina bi xizmên windayan ên li çar aliyê cîhanê re kir parçeyek têkoşîna xwe. Gelek caran çû serdana Dayikên Şemiyê û li Galatasarayê bi wan re rûnişt. Bi xatirê te Nora delal, ku bi wêrekî û îradeya xwe îlham da me... Em ê te bi Dayikên Şemiyê yên ku wefat kirine re di têkoşîna xwe ya bîranîn, heqîqet û edaletê de  bidin jiyîn..."