Ji bo astengkirina çalakiya Geziyê: Dê metroyên Taksîm û Şîşhaneyê werin girtin

Di salvegera 11’an a Berxwedana Geziyê de, Walîtiya Stenbolê li Taksîmê ku dê dê Piştgiriya Taksîmê çalakî li dar bixista, biryar da ku îstasyonên metroyan û xetên funîkuran bigre.

Navenda Nûçeyan- Li Stenbolê ji ber çalakiyên ku di salvegera 11’an a berxwedana Geziyê de çêbibin, hat diyarkirin ku dê Metro Stenbol, ji 15.00 ve bi îstasyonên Taksîm û Şîşhane û Xeta Funikuler a Taksîm-Kabataşê ji bo demekê nexebitin.

Di parvekirina li ser medyaya dîjîtal de wiha hat gotin: "Bi biryara ku Walîtiya Stenbolê girtiye, îro ji saet 15.00 ve heta destûr were dayîn dê Xeta Metroyê M2 Yenikapi-Haciosman bi îstasyonên Taksîm û Şîşhaneyê re, Xeta Vunikuler a F1 Taksîm-Kabataşê girtî bin. Dê wli îstasyonên Taksîm û Şîşhaneyê nesekinin, seferên xwe bidomînin.

Banga ji bo Taksîmê

Di daxuyaniya ku Piştgiriya Taksîmê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da hat diyarkirin ku îşev di saet 19.00 de li Taksîmê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn. Di daxuyaniyeke din a ku bi sernavê "Berxwedana Geziyê 11 salî ye, edalet bi salan e winda ye!" hat dayîn de jî ji bo çalakiyên Geziyê wiha hat gotin: "Berxwedana bi milyonan a ku qadan tije dije, bi hemû rengên xwe zindîbûnê, biryardariyê û newayeke ji gelek dengan, parvekirineke germ a li ser sifreya rûyê erdê, sembola xwişkîtî, biratî û hêviyê ye.”