Ji ber arizeya di bota penaberan de: 2 kes mirin 4 kes jî winda bûn

Li deryaya Bodruma Muglayê bota ku penaber tê de bûn bi arize bû di encamê de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li deryaya Bodruma Muglayê ji ber ku motora bota penaber tê de bûn arize kir, qelibî nava avê, 14 kesên tê de hatin rizgarkirin. 6 kesên ku hetin nava deryayê û winda bûn cenazeyên du kesan hatin dîtin, 4 kes jî di avê de winda bûn.

Fermandariya Ewlehiya Sahîlê diyar kir ku di saet 02.36’an de agahiya wan ji bûyerê çêbûye, ji ber arizaya lastîkê bot kişiyaye û bi xetera binavbûnê re rûbirû meye. Xebatên lêgerînê ji bo 4 kesên winda hê jî didome.