Dozger derbarê polîsê ku bi kûçik îşkence li endama TJA kiribû beraat xwest

Dozgeriyê di rûniştina doza polîs Serdar Gok ê ku bi kûçikê îşkence li endama TJA'yê Rojbîn Sevîl Çetîn kiribû, der barê polîs de biryara beraatê xwest.

Navenda Nûçeyan- Li Amedê di 26’ê Hezîrana 2020’an de polîsan avêtibû ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetîn. Polîsan bi kuçikê îşkence li Çetîn kiribûn. Piştî ew 11 rojan di binçavan de ma, ji aliyê Dadgeha Amedê ve hatibû girtin. Perwerdekarê kuçikê polîs Serdar Gok ji ber îşkenceya li Çetîn kiribû tê darizandin. Danişîna doza polîs li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Parêzera Çetîn, Ozum Vurgun beşdarî danişînê bû. Dozger ango meqamê îdiayê der barê polîs de mutalaya xwe da û ji polîs re beraetê xwest. Parêzer Ozum Vurgun li dijî mutalaya polîs daxwaza dema zêde kir. 

Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê mijdarê kir.