Li Hindistanê ji ber germa zêde 16 kes mirin

Li eyaleta Bihar a Hindistanê pileya germahiyê derket 48’an û hat diyarkirin ku ji ber wê 16 kes mirine, li bajar dibistan heta demeke diyarkirî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan-  Li bajarê Aurangabad ê eyaleta Bihar ku xwedî bajarê xwedî şêniyên herî zêde ye, pileya germahiyê derket 48’an. Malpera nûçeyan a li welat NDTV, diyar kir ku ji ber germahiya zêde di nava 2 saetan de 16 kes mirine.

Dê dibistan girtî bin

Bijîjkê nexweşxaneya bajar got ku herî kêm 35 kes ji ber germahiya zêde serî li nexweşxaneyê dane. Hat ragihandin ku li eyaleta Bihar ku herî zêde ji pêla germahiyê bi bandor bûye dê heta 8’ê Hezîranê dibistan û navendên perwerdeyê girtî bin. Li aliyê din hat diyarkirin ku li dibistnake di nava sînorên eyaletê de 16 xwendekar ji ber germahiya zêde ji hemdê xwe çûne.

Ji ber pêla dijwar a germahiyê hişyarî hat kirin

Daîreya Meteorojiyê ya Hindistanê jî hişyarî kir ku li eyaletê di nava 2 rojên li pêş de pêla herî dijwar a germahiyê dê çêbibe. Hatibû diyarkirin ku li paytexta Hindistanê Delhiya Nû, ji ber germahiyê kesek miriye, bi pileya 52,9, germahiya ku heta niha qet nehatiye dîtin hatiye qeydkirin.