Ekîn Ceren Dogruak li ser gora xwe hat bîranîn

Ekîn Ceren Dogruak li Enqereyê li ser gora xwe hat bîranîn. Bav Nusret Dogruak di bîranînê de axivî û got: “Di rêya ku wê hilbijart de me tu carî astengî dernexist. Wê bi xwe gotibû ji ber ku ez pê bawer im û dixwazim tevlî vê têkoşînê dibim.”

Navenda Nûçeyan-Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) li gel Uta Schneiderbanger (Nûdem) di 31’ê gulana 2005’an de li qesaba Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê qezaya trafîkê kiribûn û şehîd bûbûn. Ekîn Ceren di 19’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka Enqereyê hat bibîranîn. Rêveberên DEM Partiyê û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin.

‘Têkoşîna wan rê nîşanî me dide’

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat axivî û diyar kir ku Ekîn Ceren û hevalên xwe ji bo têkoşîna azadiya gelan bûne hêvî û mînak û got: “Ew her di dilê me de ne. Têkoşîna wan rê nîşanî me dide.”

Em tu carî li pêşiya rêya ku wê hilbijart nesekinîn'

Bavê Ekîn Ceren, Nusret Dogrûak jî da zanîn ku keça wî bi îrade û berxwedêr bû û bîranînên keça xwe parve kir. Dogrûak anî ziman ku keça wî di salên 90’î de li zanîngeha Enqereyê tevgera azadiya Kurdistanê nas kiriye û wiha got: “Em tu carî li ber rêya wê da pêşiya xwe nebûn asteng. Wê bi xwe gotibû, ‘Ji bo ez bawer dikim û dixwazim tevlî vê têkoşînê dibim’. Divê em dest ji têkoşîna wan bernedin.”

Piştî axaftinan beşdarên bîranînê beybûnên ku Ekîn Ceren jê hez dikir danîn ser gora wê.