Ji bo zarokên Sudanî banga tedbîra lezgîn

Saziyên navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku jiyana zarokên Sûdanî di bin xeterê de ye, ji bo zarok ji birçîbûn, nexweşî û mirinê werin parastin divê tedbîra lezgîn were girtin.

Navenda Nûçeyan- Neteweyên Yekbûyî (BM) Fona Alîkariya ji bo Zarokan (UNICEF), Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) û Bernameya Xurek a Cîhanê (WFP), li ser krîza ku li Sûdanê didome daxuyaniyeke nivîskî bi hev re dan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Sûdanê ji ber şer zarok û dayikên wan birçî mane û vê yekê jî “rewşa wan pir xirab” kiriye, bi taybetî jiyana zarokan di xeterê de ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo hemû mirov ji birçîbûn, nexweşî û mirinê werin paratin divê bi lezgînî çalakî werin kirin û wiha hat gotin: "Ev yek bi taybetî ji bo zarokên biçûk dibe sedema encamên gelek xirab. Di mehên li pêşiya me de, ger demsala baranê were dê rewşa zarok û dayikan xirabtir bibe, ev yek jî dê civakên cihî îzole bike û nexweşiyan zêde bike.”

‘Rewşa heyî di asteke pir xirab de ye’

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûdanê Sekreterê Giştî yê NY û Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Sûdanê Clementine Nkweta-Salami bi daxuyaniya ku da diyar kir ku li eyaleta Bakur a Sûdanê li bajarê Faşîrê mirina mirovan û binpêkirina mafên wan di asteke bir xirab de ye. Di daxuyaniya xwe de da zanîn ku malbatên ku jin û zarok di navbera wan de hene, ji bo ewlehiyê dixwazin bajar biterikînin lê tên astengkirin û got: “Raporên ku diyar dikin aliyên şer dikin, saziyên tendirustiyê, kampên penaberan û binesaziya sivîl hedef digrin ji me re tên.” Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku li gelek taxên bajarê Faşîrê êdî xizmetên av û cereyanê tune ne, mirov pir kêm ji dikarin xwe bigihîjînin xurek û tendirustiyê.

Şerê li Sûdanê

Di navbera artêşa ku li Sûdanê li dijî hikumetê derbe kir û hêza paramîlîter Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji salek zêdetir e pevçûn didomin. Di şerê ku di Nîsana 2023’yan de dest pê kir û li gelek eyaletên Sûdanê didome de tê diyarkirin ku artêş li eyaletên bakur û rojhilat hakîmiyeta xwe didomîne, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) jî li eyaletên rojava û bakur serdest e.

Li gorî NY’ê Sûdan li cîhanê yek ji cihên ku herî zêde mirov lê ji cih û warê xwe hatine derxistin û krîza herî mezin ji ber birçîbûnê dijîn e. Di pevçûnên ku salek e li Sûdanê didomin de ji 16  hezarî zêdetir mirov mirine, nêzî 8,7 milyon kes jî ji cih û warê xwe derketine. Li welat niha 25 milyon zêdetir mirov hewcedarên alîkariyê ne.