Parêzvanê mafên mirovan ê Belûc û hevjîna xwe bi îşkenceyê hatin kuştin

Cenazeyên çalakvanê mafên mirovan ê Belûç Hanî Gol û hevjîna wî Samîr Belûç ku 14 roj berê li bajarê Pehla yê Pakistanê hatibûn revandin, li Îranê hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Cenazeyên çalakvanê mafên mirovan ê Belûc Hanî Gol û hevjîna wî Semîr Belûc ku 14 roj berê li bajarê Pehla yê Pakistanê hatibûn revandin, bi madeyên şewitandinê hatin dîtin.

Hanî Gol û hevjîna xwe Samir Belûc, çalakvanê mafên mirovan ji parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê ku ji bo maf û azadiya gelê Belûç têdikoşin, ji ber ku ewlehiya canê wan tune bû, li Pehla ya Pakistanê diman. Cenazeyên hevjînê ku 14 roj berê ji aliyê komeke çekdar ve bi ser mala wan de hatibûn revandin, li navçeya Serawan a Sîstan û Belûcistanê ya li ser sînorê Îran û Pakistanê hatin dîtin.

Hate hînbûn ku yek ji parêzvanên mafên mirovan ên Belûcîstanê Hanî Gol dema hat revandin ducanî bû. Derbarê mijarê de ji aliyê hikûmetên Îran û Pakistanê ve ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn.