Li Sudanê pevçûn didome:50 hezar kes ji cîhê xwe bûn

Netewên Yekbûyî ragihand ku li bajarê Nhalayê di encama şer û pevçûna di navbera artêşa Sudan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de 60 kes jiyana xwe ji dest daye, 250 kesbîrîndar bûye her wiha 50 hezar kes jî ji cîhê xwe bûye.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên ku di navbera artêşa Sudan û grubên paramiliter Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15’ê Nîsanê ve derketî berdevam dike. Li gor daxuyaniya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî dayî de hat destnîşankirin ku li Nyalayê şer û pevçûn di 11-17’ê Tebaxê de geş bûye û ev rewş sîvîlan neyînî bandor dike.

’60 kes jiyana xwe ji dest daye 250 kes jî bîrîndar bûye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber pevçûnan li taxên cuda ên  Nyalê 50 hezar kes ji cîhê bûne, herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest daye û 250 kes jî bîrîndar bûye.

Di daxuyaniyê de destnîşan hat kirin ku kamyonên bi erzaq, pêdiviyên tenduristiyê û avê barkirî yên ku dihat plankirin bigihêjin bajarê Nyala, ji 14’ê Tebaxê û vir ve ji ber şer û pevçûnan li bajarê Deîn ê eyaleta Darfura Rojhilat in û belavkirin dereng bûye.