2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan

Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Wanê, di vegerê de qeza kirin. Di qezayê de Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Ozçelîk û kurê Perîşan Ozçelîkê Cîhan Ozçelîk jiyana xwe ji dest dan.

Colemêrg – Li Colemêrg û navçeyên wê Dayikên Aştiyê jî di nav de 23 kes di 15'ê Tebaxê de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ên di dema avêtina ser malan de ne li mal bûn, ji bo îfadeyê tevî parêzerên xwe Erdal Safali û Cîhan Ozçelîk çûn Wanê. Lê ji ber ku dozger ne li cihê xwe bû, vegeriyan Geverê. Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê qeza kirin. Her 2 Dayikên Aştiyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û parêzer Erdal Safali û Cîhan Akçelîk (kurê Perîşan Çelîkê) yên bi giran birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. 

Ji birîndaran Parêzer Cîhan Akçelîk berî ku bigihê nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û Parêzer Erdal Safali jî rakirina beşa awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Adalet Safali ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da li gundê Memkavayê hat definkirin û dê Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jî sibê saet di 09.00'an de li gundê Yarinşahê bên definkirin.