Fîlîstîniyê ku xwest alîkariya bîrîndaran bike gule li serê wî ket

Amid el-Cagub ê Fîlîstînî dema ku xwest alîkariya bîrîndaran bike ji aliyê hêzên Îsraîlê ve gule li serî wî ket.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Îsraîlî êrîşê bajarokê Beyta yê li başûrê bajarê Nablusê li bakûrê Şerîa Rojava kir. Leşkerên Îsraîlî yên ku bi fîşekên rast û lastîkî êrîşî ciwanên Filistînî yên li dijî êrîşê derketin, bi guleyên rastî 8 kes birîndar kirin.

Dema çû alîkariyê gule li serî wî ket

Di dîmenên ku kameraya amator de hatin kişandin Filistînîyê 34 salî Amîd el-Cagub ê ku ji bo alîkariya ekîbên yên ewil di sewqiyata Filistîniyên birîndar da bazda, bi guleya eskerên Îsraîlê ji serê xwe birîndar bû û bi giranî birîndar bû. Ciwanê ku ji nişka ve li erdê ket, rakirin Nexweşxaneya Rafîdiya ya Nablusê. Hate hînbûn ku ciwanê ku hat emeliyatkirin rakirin beşa giran.

Wêneyên li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin rastî bertekan hat. Hat destnîşankirin ku rûxmê ku Filistînî ne li herêmê pevçûna çekdarî bûye jî bi qestî gule li serê wî hatiye xistin.