Jinên Lîbyayî dixwazin tevlî hevdîtinên aştiyê bibin

Çalakvana mafên mirovan Rawîa El-Cezwî xwest ku jinên Lîbyayî yên ku li dijî bandorên wêranker ên şerê li Lîbyayê şer dikin, beşdarî diyalog û pêvajoyên aştiyê yên welat bibin.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî – Jinên Lîbî jî şerê ku li welat rû da xwest ku di pêwajoya aştiyê de bi erka xwe rabin, piştî gelek salên şer û pevçûnên li Lîbyayê di beşdarbûna pêvajoya dîyaloga nîştîmanî de gelek rolên gîrîng lîstîn.

Bandora şer li ser jinê

Çalakvana hiquqî Rawia Radi Al-Jazwi bandora şer û pevçûnên ku rû dan li ser jin, zarok û civakê de bandorek çawa dide avakirin nirxand û diyar kir ku şer di her qadê de bandor li jinê dike û di tevlîbûna vê ya di nav sîyasî, aborî û civakî de gelek bandorên neyînî dike. Rawia Radi wiha got: “Gelek malbat penaber bûn û hin malbat bê mal man. Ji ber vê yekê jin ji bo ku malbata xwe xwedî bike barek pir giran ketiye ser mile vê. Di encama şer de ji tirsa bê revandin an destdirêjî lê were kirin gelek malbat jî keçên xwe di temenê biçûk de didin zewcandin, li dijî jinê hemû cureyên tundûtujiyê pêkhat, ji xwendinê û ketina bazara kar jî bêpar man. Rûxmê hemû tundûtujiyê jî gelek jin dikaribûn ku di pêvajoya rizgarkirina welat de rola xwe bîlîze gelek caran sîvîlan ji nav şer derxistin û bîrîndaran derman kirin.”

‘Dive di destê û saziyên taybet de pêşengên jin ên aktîf hebin’

Rawia Radi Al-Jazwi di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dive  jin tevlî rûniştinên diyaloga niştimanî bibin, li gor karînên xwe tevlî lihevhatinê bibin, aştiyê di welat de pêkbînin û wiha pê de çû: “Lewra hişyarî girîng e ji bo rola jinê siyasî, aborî û civakî xurt bibe dema helwestên jinên Lîbî û kedên wan di dema şeran û pêvajoyên lihevhatinê û hewildanên aştiyê de ronî bibe. Her wiha workşop, forum û perwerdeyên hişyariyê ku saziyên civaka sivîl ji bo jinan di piraniya bajarên Lîbî de birêxistin dike roleke mezin di piştgirî û xurtkirina rola wan di de dilîzin. Divê deste û saziyên taybet de pêşengên jin aktîf hebin û bikarbin diyalogê birêve bibin.”

Jin dikarin di her qadê de pêşengiyê bikin

Çalakvana sivîl û rojnameger Hind Al-Huni jî diyar kir ku jinên Lîbyayî dikarin aştiya welatê xwe pêkbînin û got: “Bi beşdariya hişyariya der barê girîngiya pêkanîna aştiyê û avakirina lihevhatina niştimanî dûrî aresteyên siyasî dikare hemû tiştî pêkbîne. Jina Lîbî di hemû deman de banga azadiyê û wekheviyê dûrî şer û pevçûnan ku bandor li ser welat kirî dike. Ez  spas dikim ku jinên di warê siyasî, aborî, çandî de aktîf rolên xwe listîn û piştgiriya xwe ji wan re diyar dikim. Tevî hemû astengiyên ku jina Lîbî jiyan kir jî lê dikare di her warê de rola xwe ya pêşengtiyê pêk bîne.”