Ji DSO hişyariya varyanta nû: Divê testên Covîd-19 werin çêkirin

Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (DSO) bal kişand ser varyanta nû ya Covîd 19’ û rêjeya zêdebûna bûyeran. Xwestin ên ku bi semptomên Covîd-19 hatine nexweşxaneyan test çêbikin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (DSO) Margaret Harris der barê varyanta nû ya rêjeya zêdebûna bûyerên Covîd-19 daxuyanî da. Maragret Harris da zanîn ku li giştî cîhanê di bûyerên Covîd-19’ê de di nava heftiyekê de zêdebûne û got: “Li gel zêdebûna bûyeran, di hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane de zêdebûn çênebûyî xeberek başe. Em hîna nabînin li nexweşxaneyan nexweşên giran nîne, lê belê em di zêdebûna hêjmara bûyeran de bi fikarin.”

‘Têkilî bi zêdebûnan varyanta Erîs re çêkir’

Margaret Harris da zanîn ku Covîd-19 û BA.2.86 û statuya varyantayên EG.5.1 (Eris) weke veryantayek ku were şopandin û got: “Varyanta Eris bi taybet bi Asya û Çînê re di heman demê de têkilî bi zêdebûna bûyerên li ABD ve girêda. Ev varyanta hîn tundtir û bi mirine nehat çavdêrîkirin.”

‘Em ji welatan dixwazin hîn zêdetir testên Covîd-19 çêbikin’

Margaret Harris destnîşan kir ku hesasiyeta zû li beramberî BA.2.86 da nişandan û bi bîrxist ku ev varyanta niha tenê li 3 welatan, rastî 3 bûyeran hatiye û varyantaya BA.2.86 rastî 36 mutasyonên cûda hatiye û wiha got:

“Der barê vê de ew hişyariyên ku me kirine me zêde kir, lê belê ev varyanta û ne ji bo bandorek xwe ye, em bi rastî dixwazin welat bivê ve eleqeder bibe û pirsgirêk tên jiyan kirin yan na agahî bidin me. Em ji welatan dixwazin hîn zêdetir testa Covîd-19 çêbikin. Covîd-19  tendirûstiya gel ya xwedî giringiyek navnetewiye, weke rewşa awaret bi dawî bûne, lê belê me bi aşkirayî anî ziman ku pêwîstiya welatan hîna bi çêkirina testan heye, lê belê li ruxmê hişyariyan gelek welat ev pêkneanîn.” 

Margaret Harris xwest ku ên ku ji bo semptomaya Covîd-19 tên nexweşxaneyan divê test çêbikin û got: “Ji ber ger pozîtif derbikeve, wê minak bigrin û wê bi DNA re were tesbîtkirin û bi saya vê hem nexweşiyên wê û hem jî wê diyarbibe ka varyanta dihilgire yan ne. Wê bibe alîkarî ku pirsgirêka varyantî ava dike yan ne.”  

 Margaret Harrid bang kir ku kesên ku semptoma Covîd-19 pêre heye nekevin qadên giştî.

‘Em fam dikin ku hîna Covîd-19 xilas nebûye’

Margaret Harris amaje biwê yekê kir ku bi giştî derbarê zanyariyên sîstema tendirûstiyê de û unuteyên beşa çavdêriya awarte ji ber hêjmara nexweşên Covîd-19 dibin zextan deye yan ne agahî nedan DSO û got ku pêwîstiya welatan bi komkirina van daneyan û bikin rapor heye.

Margaret Harris wiha got: “Pêwîst nake ku mirov li beramberî varyantaya nû ya Covîd-19 de bi fikar bin. Lê belê berdewamkirina çêkirina testa Covîd-19 giringiyek kirtîk di hilgire. Em fam dikin ku Covîd-19 hîna xilas nebûye.”