Jina ku rastî şîdetê tê û gefa mirinê lê tê xwarin li benda piştgiriyê ye

L. ya ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve her dem rastî şîdetê tê û gefa mirinê lê tê xwarin banga pişgiriyê li jinan kir. L. bal kişand ku tevî gilî kiriye jî R.Y. nehatiye girtin û got ku tedbîrên hatine girtin wê naparêzin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs – Li Tirkiyeyê li gorî daneyên di çapemeniyê de tên dayîn, di meha Temûzê de 33 di 7 mehên salê de jî 227 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Pispor û hiqûqnas li ser zêdebûna mirina bi guman a jinan û şîdetê, dibêjin ku sedema wê polîtîkaya bêcezatiyê ya darazê ye.

Li Tetwana Bedlîsê L. 9 salin ji aliyê R.Y. yê ku pê re zewicandiye ve rastî şîdeta sîstematîk tê û gefa mirinê lê tê xwarin. L. diyar kir ku her dem rastî şîdetê tê, tevî ku gelek caran çûye qereqolê jî û di mala parastinê de maye jî kiryar şîdeta xwe domandiye û cezayê ku divê bidinê nedanê.

‘Gelek caran hewl da min bikuje’

L. diyar kir ku dema 15 salî bûye hatiye zewicandin û ji roja sêyemîn a zewacê ve şîdet lê tê kirin û wiha got: “Rojên destpêkê dest bi şîdetê kir û bi salan e didomîne. 3 zarokên min hene. 9 sal in hema bibêje her roj rastî şîdetê têm. Gelek caran hewl da min bikuje. Li dijî vê yekê ez çûm qereqolê min alîkarî xwest. Tevî ku min gelek caran serlêdan kir jî tenê carek sê roj wî binçav kirin. Biryara dûrxistinê didan lê wî tu biryarê nas nedikir. Tevî van biryaran jî hem gefên xwe didomand, hem jî tacîz dikir.”

‘Ne qereqol ne jî stargeh nebû çareserî’

L. diyar kir ku 2 caran çûye li stargehê maye û wiha domand: “Hem li vê derê hem jî li bajarên din ez çûm stargehan mam lê ji bo min nebû çareserî. Tiştên ku li stargehan tên jiyîn qet jî wekî ku tên gotin nîn e. Li wan deran jî hem gef li mirov tên xwarin hem jî tacîz didomin. Ji ber ku sê zarokên min hene, her car vegeriyam mala xwe û şîdet domiya. Çend caran hewl da min bikuje. Her dem kêrê dida ser stuyê min, gefan dixwar. Ez diçûm qereqolê min ji wan re digot lê rewş nedigoriya. Ez ji şîdetê reviyam niha ne dikarim zarokên xwe bibînim, ne jî cihekî ku lê bimînim heye. Ne qereqol ne jî stareh ji min nebûn çareserî

‘Ez tenê dixwazim bijîm’

L. da zanîn ku gefên mirinê hê jî berdewam dikin û ji bo vê yekê li benda piştgiriyê ye û bi van gotinan banga piştgiriyê kir: “Her roj li min digere, dibêje em hev bibînin. Ez dizanim ku dema biçim dê min bikuje. Di telefonê de gefan li min û malbata min dixwe. Ji ber ku em xizmên hev in malbata min destek nade min. Bi mehan e zarokên xwe nabînim. Dixwazim wî berdim lê parêzer nabînim. Cihekî lê bimînim jî tune ye. Ez tenê dixwazim bijîm. Wekî din tiştek naxwazim. Çend caran hewl da min bikuje hê jî heman gefan li min dixwe.”