‘Jinên Êzidî xwedî ezmûna xweparastinê ne’

Çalakvana Iraqî Bushra Akilî teqez kir ku konferansa jinan a herêmî derfet daye jinên 12 dewletan ku sûdê ji ezmûnên hev bigrin û li dijî hemû krîzan û sîstemên kapîtalîst rewşa xwe bi pêş bixin.

SUZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Çalakvana Iraqî Bushra Al-Akilî li ser girîngiya pêşxistina jinan teqez dike ku divê jin tevli çalakiyên çandî û hişyariyê bibin ji bo li xwe xwedî derkevin û mafên xwe bizanibin û bigihîjin asta pêşengiya civak û malbatê.

Çalakvan û seroka rêxistina Balansa Jinan a xurtkirina jinan û ciwanan li parêzgeha Zîqar ê Iraqê Bushra Al-Akilî der barê beşdariya konferansa salane ya herêmî ya jinan ku bi mijara “Ezmûnên tevgerên jinan di derketina ji krîzan” berî çend rojan li paytexta Lubnan Beyrûdê hat lidarxistin de got ku ew tevli konferansyê bûye ji bo dengê jinan bigihîjîne hemû cîhanê.

‘Jinên Êzidî xwedî hêz û vîneke mezin in’

Der barê ezmûna jinên Êzidî li Şengalê û derbaskirina krîzan de, Bushra Al-Akilî wiha dibêje: “Jinên Êzidî xwedî ezmûneke girîng in di warê xweparastina cewherî de. Tevî hemû zordarî, îşkence, zext û kuştinê jî teslîm nebûn. Ji ber ku jinên Êzidî xwedî vîn û hêzeke mezin in. Berê xwe dan çiya çek hildan ji bo parastina xwe û axa xwe şer kirin.”

‘Jinên ku pirtûk û parêznameyên Rêber Ocalan xwendine xwedî îrade û çand in’

Bushra Akilî weke rojnameger beşdarî du konferansên li Şengalê bûye û hevdîtinê bi gelek jinên Êzdî re kiriye. Bushra Akilî li ser jinên Êzidî wiha got: “Jinên Şengalê ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi bandor bûne. Jinên ku pirtûk û parêznameyên Rêber Ocalan xwendine xwedî çand û kesayeteke bi hêz in. Ew maf û erkên xwe baş dizanin, lewre dikaribûn li dijî DAIŞ’ê bi ser kevin û li pêş bihêztirîn rêxistinên terorîst û hemû çekên wan ên giran rawestin. Lewre ez zêdetir li ser jinan û parastina wan û dozên wan dinivîsînim.”

Bushra Akilî li ser konferansyê jî wiha got: “Di konferansa jinan de gelek jinên ciwan di nava tîmên xwebexş de kar dikirin. Piraniya wan ji bajarê Şengalê bûn. Rola jinan di civakê de mezin e û bê azadiya wan civak jî azad nabe lewre mêr şer bi jinan re dikin ev jî di mijara zayendî de diyar dibe.”

‘Ji gelek welatan jin hebûn’

Di dawiyê de çalakvan Bushra Al-Akilî got: “Ez hêvî dikim gelek konferans, forum û hevdîtinên jinan li dar bikevin ji bo sûdê ji ezmûnên jinên ji hemû cîhanê bigrin. Ev ezmûn bi awayekî hevgirtî di navbera van hêzan û rêxistinên navxweyî û cîhanî de piştgiriya wan bikin. Ji bo jinan bi pêş bixin û xurt bikin. Weke di konferansê de diyar bû, derfet çêbû ku jin sûdê ji ezmûnên hev bigrin rewşa xwe bi pêş bixin li pêş krîzan û sîstemên kapîtalîst rawestin. Hejmareke balkêş ji jinên Sûdan, Tûnis, Filistîn, Libnan, Misir û welatên din hebû. Jinên Îmara û Erebistana Siûdî û dewletên kendavê tunebûn. Ez hevî dikim di konferansên li pêş de hebin û ji bo mafên jinan hevgirtina xwe pêk bînin.”