Namzetên Hevşaredarên Stenbolê bi coş hatin pêşwazîkirin

Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li navçeya Sancaktepeyê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin.

Stenbol-Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li navçeya Sancaktepeyê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêxistinên navçeyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestdan (ESP) Ozlem Gumuştaş, rêxistinên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan û gelek welatî tev li aktîvîteya ku coşeke mezin lê hebû, bûn. 

Beriya pêşwazîkirinê bi sedan kes beriya çend saetan bi çepik, tilîlî û stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê re govend gerandin. Di govendên ku jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” digerandin de alên DEM Partiyê hatin hejandin.

Bi dirûşmeyan govend hat gerandin

Girseya Daniş Beştaş û Çepnî bi çepik, tilîlî û kûlîlkan pêşwazî kir, her tim dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. Welatiyan li gel stranên kurdî govend gerandin.

Konvoy hat çêkirin 

Pişt re girse bi konvoyê bi çepik, tilîlî û hejandina alên DEM Partiyê derbasî navçeya Arnavûtkoyê bûn. Girseya ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya namzetên hevşaredariyê li vir bikin bi rê ket, di tevahiyê rê de bi xistina qorneyan û îşareta serkeftinê hate silavkirin.