“Meşa Mezin a Azadiyê” li Colemêrg û Dîgorê berdewam dike

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de li Colemêrg û Dîgorê berdewam kir.

Navenda Nûçeyan- “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Wan û Qersê hat destpêkirin, di roja duyemîn de li Colemêrg û Dîgorê berdewam dike.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ji baskê Wanê beşdarî meşê bûn, îro li navçeya Semzînana Colemêrgê ne. Meşvanên ku Hevserokê Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî di nav de, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin û li navenda bajêr bi gel re hatin cem hev.

Welatiyan piştgirî dan meşê

Meşvan di ketina bajêr de ji aliyê endamên partiyê ve bi çepik û tîlîliyan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê meşê berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî Berxwadana zindanan", "Ji tecrîdê re na, aştî a niha" û "Bimre koletî, bijî azadî" hatin berzkirin. Kesên li kolanan jî bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşvanan.

‘Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li benda dengekî ku ji Îmraliyê bê bihîstin e’

Parlamenterê DEM Partiyê  Şirnexê Zekî Îrmez kesên ku wan pêşwazî kirin silav kir û got: “Ev meş meşa aştî û demokrasiyê ye. 35 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê pêkanîn. Teqez divê ev tecrîd bê şikandin.” Zekî Îrmez, anî ziman ku her pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ketiye dewrê, hêviyên aştiyê mezin bûne û wiha domand: "Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li benda dengekî ku ji Îmraliyê bê bihîstin e. Ji bo vê jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Hevriyên me yên girtî ji bo 'Tecrîdê bişkînin' dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo şikandina tecrîdê me jî dest bi vê meşê kir. Em bi biryar in û em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin."

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî bal kişand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine rê û wiha got: “Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Heke aştî pêk were dê bi destên birêz Ocalan be. Ji ber wê yekê divê birêz Ocalan demildest were azadkirin.” Rawestgeha din a meşvanan wê navçeya Geverê be.

Kesên di baskê Qersê de meşiyan gihîştin Dîgorê

Di baskê Qersê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Parlamenterê DEM'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn. Çalakvanan danê sibehê gihîştin bajaroka Bazarcix (Dagpınar) a navçeya Dîgorê û li vir bi welatiyan re hatin cem hev. Çîgdem kiliçgun Uçar li wê derê axaftin kir û bal kişand ser neçareserkirina pirskirêka Kurd û wiha got: “Em dizanin ku ev polîtîkaya dewletê ya sedsalan ku dimeşîne çareseriyê bi xwe re nayne. Vê herî baş jî dewlet dizane. Bi vê meşa azadiyê em nîşan didin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e û muxatab birêz Ocalan e.”

Zarîf Anli yê 80 salî jî bi xêrhatina meşvanan kir û got: "Em ê vê têkoşînê her dem zindî bihêlin û bi tenê nehêlin." Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

'Êdî bila kes nemire û aştiyeke bi rûmet pêk were'

Meşvanan piştre berê xwe dan navçeya Dîgorê. Omer Ocalan di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: “Hemû mafên birêz Ocalan hatine binpêkirin. Ji ber vê em li vir in û armanca me rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Ocalan e. Têkoşîna me heta bidestxistina azadiyê wê bidome. Cîhê ku em radiwestin rewa ye.” Omer Ocalan axaftina xwe wiha domand:

“Em dixwazin êdî kes nemire û aştiyeke bi rûmet pêk were. Tenê birêz Ocalan dikare aştiyê misoger bike. Gelê me her tiştî dizane û fam dike. Em ê ji bo gelê xwe û rêberê xwe meşa xwe bidomînin. Êdî bila deriyê Îmraliyê vebe. Bila ev welat bibe gulistan."

Kesên di komkujiya Dîgorê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

Girse piştre bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî berxwedana zindanan” heta navenda navçeyê meşiya. Welatiyên derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan meşê. Meşvan piştî meşa saetekê çûn serdana cihê ku di sala 1993'an de 17 kes lê hatibûn qetilkirin, piştî deqeyeke rêzgirtinê li cihê komkujî pêk hat qurnefîl hatin danîn. Parlamentera Partiya DEM’ê Newroz Uysal got: “Di sala 1993’an de li vir komkujî pêk hat û 17 mirovên me hatin qetilkirin. Dîroka komarê li ser komkujiyan hatiye avakirin. Em bi salan e li dijî komkujiyan têkoşîna jiyanê didomînin. Berxwedana me wê di şexsê wan de mezin bibe.”

Meşvan piştre ber bi navçeya Qulpa Îdirê ve meşiyan.