Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’emîn de didome

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskên Wan û Qersê ve hat destpêkirin, li Çewlik û Mêrdînê di roja 9’emîn de berdewam dike. Di meşa her du başkan de rola Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di aştiyê de careke din hat bibîrxistin.

Navenda Nûçeyan- Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 9'emîn de didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qersê bi rê ketin, meşa xwe li Çewligê berdewam kirin. Meşvan li pêşiya bajêr bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' hat qîrîn, piştre jî meşvan ber bi navenda bajêr ve meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

‘Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku dîrok û zimanê Kurdan tê înkarkirin. Koçyîgît, wiha domand: “Ev feraseta yekperest 100 sal in didome. Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin. Ji bo ku gelên me bikaribin bi hev re bijîn divê pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re îradeya pêkvejiyanê jî dê ji holê bê rakirin. Bi girtiyan deriyên Îmraliyê re deriyên zilmê vekirin. Em jî ji bo vekirina riya aştiyê dimeşin.”

'Ji bo demokrasiyê deriyên Îmraliyê vekin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe wiha domand: “Ji Ocalan agahî nayên girtin û em nizanin di çi şert û mercan de dimîne. Em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Em xwedî li îradeya aştiyê ya ku dixwazin bifetisînin derdikevin. Hûn dê deriyên Îmraliyê vekin. Heke hûn aştiyê bixwazin, wê demê divê hûn birêz Ocalan berdin.”

‘Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn’

Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol a ku di 28’ê îlona 2009’an de li gundikê Xanbaz a Liceya Amedê bi topên hewanê yên artêşa tirk hatibû qetilkirin, li ser gora wê bi bîr anîn. Bîranîn, li ser gora Onkol a li goristana gundê Dolekê yê girêdayî Dara Hênê ya Çewligê hat lidarxistin. Dayika Onkol, Saliha onkol û şêniyên gund jî tevli bîranînê bûn. Di bîranînê de ji ewil dua hatin xwendin û piştre jî parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak axivî. Vezîr Coşkun Parlak, ev tişt anî ziman: “Ji ber polîtîkayên dewletê yên li Kurdistanê, ji salên 1990’an heta niha gelek mirov bi hovane hatin qetilkirin. Li dijî daxwazên demokratîk, şerekî gelekî qirêjî hat meşandin. Gelek malbatên me neçar man ku koçî metrepolan bikin. Yên ku şer herî zêde bandor lê kirî jî jin û zarok bûn. Zarokên ku rastî polîtîkayên pişaftinê hatin û bi bombeyan hatin qetilkirin.”

‘Meşa me ji bo azadiya zarokan e’

Di berdewamiya axaftina xwe de Vezîr Coşkun Parlak zarokên li Kurdistanê bi wesayîdên bi zirx û guleyên leşker û polîsan hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha pê de çû: “Ev komkujî nayên qebûlkirin. Zarokên me nikarin li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn. Armanca meşa me jî ew e ku zarokên me bikaribin li ser xaka xwe bi awayeke azad bijîn. Em dixwazin zarokên me bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. Li dijî daxwazên demokratîk, şer û tecrîd roj bi roj tên girankirin. Yek ji armanca meşa me jî ew e ku tecrîda heyî teşhîr bikin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe. Heke em bikaribin vê pêk bînin, dê zarokên me jî li ser xaka xwe azad bijîn.”

‘Ceylanek hat qetilkirin lê îro li Kurdistanê bi hezaran Ceylan hene’

Vezîr Coşkun Parlak, bi lêv kir ku sûcên ku leşker, cerdevan û leşker li Kurdistanê dikin bi polîtîkaya necezakirinê tên xelatkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin bikin. Ji bo her kesên sûc kirine bên cezakirin, dê tişta ji destê me tê bikin. Em ê nehêlin xeyalên zarokên me nîvco bimînin. Her zarokê me winda kirî dê di têkoşîna me de bijî. Ceylanek hat qetilkirin lê îro li Kurdistanê bi hezaran Ceylan hene. Li her malekê navê zarokekê Ceylan e. Em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û hesaba wê bipirsin. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê meşa me bidome. Dayik êdî aştiyê dixwsazin. Herî zêde canê wan diêşe. Divê pirsgirêka Kurd demek beriya demekê bi riyên demokratîk bê çareserkirin.”

Baskê Wanê li Mêrdînê ye

Baskê Wanê di roja 9’emîn de li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve hat oxirkirin. Di ketina navenda Mêrdînê de meşvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Wesayîdên di riyê de diçûn jî bo qorneyê piştgirî dan çalakvanan.

Meşvan, piştre jî derbasî gundê Mensuriye yê navçeya Artîkluyê bûn û li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li gundê Mensuriyeyê dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û welatiyan kulîlk dan meşvanan. Namzedê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî di nava kesên meşvan pêşwazîkirin de bûn. Meşvanên Azadiyê bi def û govendan hatin silavkirin.

Meşa ku li Mêrdîna Kevin hat lidarxistin bi serdana esnafan domiya. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî azadî, bimre koledarî”, “Jin, jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo meşê hebû. Di meşê de her wiha pankarta “Li dijî tecrîdê Rabe” hat vekirin û dirûşma “Ciwan serî li ber faşîzmê natewînin” hat berzkirin. Meşvanên Azadiyê stranên “Girtiyên Azadiyê” û "Zindana Diyarbekir" gotin. Esnafan, meşvan li ber derî pêşwazî kirin. Meşvanên Azadiyê esnaf silav kirin û welatiyên di trafîkê de jî bi qorneyan piştgirî dan.

‘Heta ku tecrîd bê şikandin jî dê meşa me bidome’

Piştî meşê, girseyê li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu li vir axivî û wiha got: “Em bi hev re di vî baxçeyê gelan de jiyan. Gelên me bi hev re têkoşiyan. Vê faşîzmê cihêkarî li her gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn kir. Li dijî wan polîtîkaya dijminatiyê meşand. Em ê bi hev re tecrîdê rakin. Tecrîda li Îmraliyê êdî veguherî tecrîdeke wisa ku li tevahiya gelan, jin, kedkar û karkeran jî tê ferzkirin. Lewma jî me her dem got ku divê tecrîda li ser birêz ocalan bê rakirin, pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin, pêvajoya guftûgoyê bê destpêkirin û aştî pêk bê. Heta ku tecrîd bê şikandin jî dê meşa me bidome.”

Namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Artukluyê Fîlîz Yucesoy û Mehmet Alî Amak jî di nava girseya meşvan pêşwazî kirin de bûn û gotin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidomînin.

Piştî daxuyaniyê jî meşvan çûn serdana malbatên di Nobeta Edaletê de.