Li Xezayê pergala tendirûstiyê bi temamî hilweşiya

Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê bê navber didome. Di heremê de vê car nexweşxaneya Kamal Advan derveyî xizmetê ma. Wezareta tendirûstiyê ragihand ku sîstem bi temamî hilweşiyaye.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê ket maha xwe ya 2’emîn. Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yê bejahî, hevayî û behrê li ser Xezayê berdevam dike. Ji ber êrîşên li heremê car caran pêwendî qût dibe.

Ofîsa medyayê a Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 16 hezar û 258 kesan, hejmara birîndara jî gihîştiye 43 hezar û 616’an û  hejmara windayan jî herî kêm 7 hezar û 600 kes e. Wezareta Tendirûstiyê ku li Şerîa Rojava ye ragihand ku 260 Filistînî Şerîa Rojava hatine kuştin.

Li gor nûçeya ajansa fermî a Filistîne WAFA’yê li Zivala Xezayê di encama bombebarana artêşa Îsralê yê li ser 2 awahiyên li qampa Nusayrat ya koçberan 6 kes jiyana xwe ji dest dane. Di encama bomberbaranê de gelek kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Xan Yûnisa ku dikeve başûrê Xezayê di encama bomberarana balafirên şer ên li ser awahiyek de 3 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne. Her wiha artêşa Îsraîlê bi topan êrîş bir ser taxên et-Tuffah, ed-Derec û eş-Şûcaiyye ê girêdayî Xezayê, li heremên el-Fuhari, Huzaa û Absan ên dikevin aliyê rojhilatê  Xan Yûnisê hat lêdan.

Bombeya fosforê hat bikaranîn

Di êrîşên Îsraîlê de bikaranîna bombeyên qedexekirî jî berdevam dike. Li gor agahiyên ku ji heremê tên li navenda qampa koçberan a Cîbaliyayê ku dikeve aliyê bakurê Zivala Xezayê artêşa Îsraîlê bi bombeyên fosfor êrîşek dijwar pêk anîye. Di daxuyaniya ekîbên parastina sîvîlan de hat diyarkirin ku di encama êrîşên Îsraîlê de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne dibin xirbeyan de mane û hat diyarkirin ku birîndaran dibin xirbeyan de derxistin gelek zehmet e.

Li Cenînê sergirtin

Her wiha WAFA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji 40  zêdetir maşîne û bûldozeran di ser qampa koçberan Cenînê a li bajarê Cenînê de girtiye. Ji ber ku hêzên Îsraîlê avêtin ser malên gelek Filistîniyan, gulebaran kirin û gaza rondikrêj bikar anîne, di nav de jin û zarok jî hebûn 7 kes birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di sergirtina malan de herî kêm 13 Filistînî hatiye binçavkirin.

Xebatkarên tendirûstiyê hat desteserkirin

Di nav agahiyan de tê diyarkirin ku li Zivala Xezayê 35 xebatkarên tendirûstiyê di nav de bijîjk û berpirsiyarên ambûlansê jî heye hatine desteserkirin. Li aliyê din di daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê ya li Cenînê de hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê li xebatkarên tenduristiyê yên ku hewl didin nexweşekî li Kampa koçberan a Cenînê veguhezînin derb kirin. Leşkerên Îsraîlê ên ku Nexweşxaneya dewletê a Cenîn û nexweşxaneya Îbnî Sînan dorpêç kirine li ekîbên ambûlansê digerin û li ber xebatên wan dibin asteng.

Nexweşxane derveyî xizmetê ye

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê tekane nexweşxaneya dewletê ya li bakurê Zivala Xezayê ji xizmetê derxistiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Artêşa dagirker a Îsraîlê ku ket bakurê Zivala Xezayê , bi zor, tank û terorê Nexweşxaneya Kamal Advan ji xizmetê derxistiye." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 400 hezar kes li bakurê Zivala Xezayê bi temamî ji xizmetên tenduristiyê bêpar mane. Tê gotin ku di êrîşên li derdora nexweşxaneyê de gelek mirî û birîndar hene û zêdeyî 7 hezar penaber li nexweşxaneyê hene.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Qudra got ku tu nexweşxaneyek li başûrê Xezayê nikare xizmetên tenduristiyê yên jiyanê pêşkêş bike û wiha berdevam kir: Sîstema tendirûstiyê bi temamî hilweşiya. Nexweşxane êdî nikarin bi hejmara birîndarên ku tên û operasyonên tevlihev ên ku hewce dikin re bigihêjin.”

Pêwendî qut bû

Li Cenînê ji ber êrîşan elektrîk qut bû, pêwendî jî rawestiya. Hêzên Îsraîlî trafoyên elektrîkê yên li bajarê Cenînê kirin hedef. Li gelek taxan elektrîk qut bûne.