Girtiyên jin ên siyasî li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Gebzeyê dan xuyakirin, ku ew tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dibin û gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, dê welatê me û gelê me ji demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bê tecrîdkirin."

Navenda Nûçeyan - Piştî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çareserî" li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger  hat destpêkirin. çareseriya pirsgirêka Kurd” jî hate lidarxistin.

Girtiyên jin ên beşdarî çalakiya ku di roja 10’emîn de berdewam dike, ji raya giştî re peyam şandin.  

'Ev tecrit li tevahiya welat tê kirin'

Di berdewamya peyama girtiyan dev tişt hatin gotin: “Birêz Abdullah Ocalan ev 25 sal in li dijî tecrîda girankirî berxwedaneke bêhempa raber dike. Birêz Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina trajediyên di şerê Îsraîl-Filistînê de ku tevahiya cîhanê rakiriye ser pêyan, ji bo xwişk-biratiya gelên Rojhilata Navîn projeya ‘Yekitiya Gelên Rojhilata Navîn’ pêş xist, nexşerê diyar kir û pêşkeşî raya giştî ya Tirkiye û cîhanê kir û dike. Ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dide. Hêzên navneteweyî yên ku birêz Ocalan bi komployê girtin, 25 sal in di tecrîdê digirin û ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ ava kirin, ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê weke qada şer a gelan bihêlin dixwazin birêz Ocalan bêbandor bikin. Notirvaniya Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê jî dane dewleta T.C. Ev tecrîd, li tevahiya welêt, gelên me û hêviya demokrasiyê tê kirin. Ji bo ku pirsgirêka kurd a ku T.C.’ê mehkûmî neçareseriyê dike û dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn neyên çareserkirin zindî tê hiştin, ev projeya siyasî hatiye pêşxistin. Ev tecrîda behsa xeberê heta binpêkirina qanûnên T.C. û navneteweyî ye jî. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Yên ku vê pergalê didomînin jî ev hêz bi xwe ne. 

Heta ku ev tecrîd bidome dê tu destûreke bingehîn li welêt çênebe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk divê tecrîd rabe. Ji bo vê jî banga me ya ji bo tevahiya mirovahiyê ew e ku ji bo rakirina tecrîdê tavilê peywira xwe pêk bînin. Ev yek, peywira me tevan e. 

‘Wê bigihêje armanca xwe’ 

Em weke jinên girtî yên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ ku we gelê me yê welatparêz-şoreşger-demokrat daye destpêkirin pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku dê bigihije armanca xwe. Ji bo piştgiriya bi pêngavê re em jî çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger didin destpêkirin. 

Heta ku tecrîda li Îmraliyê hebe dê demokrasî, aştî, mafên mirovan û azadiyên welêt û gelên me jî tecrîdkirî bin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome dê tecrîdkirina Rojhilata Navîn jî bidome. Tecrîdê bi dawî bikin! Bijî têkoşîna gelên me ya aştî, demokrasî û azadiyan.”