'Hikûmeta Îranê rê li ber bikaranîna madeya hişbir vedike'

Arzoo Grorbinî bal kişand li ser zêdebûna bikaranîna madeyên hişber a li Îranê û wiha got: "Hikûmetê bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinê û bi zêdebûna feraseta mêr a di civakê de, ev xisara civakî bi awayekî pergalî zêde kiriye û pêşiya vê vekiriye.”

AGRÎN HOSSEÎNÎ

Diwandere – Li gorî îstatîstîkên li Îranê hatine weşandin, nêzîkî sedî 52’ê bikarhênerên madeyên hişber di temenê 15 heta 29 salî de ne. Ji sedî 15’ê kesên madeya qedexe bi kar tînin xwendekar in.

Madeya hişbir a li welat navê 'Gol' jê re hatiye dayîn, wek cureyek nebatek 'marijuana' ango ‘kenewîr’ ku bi salane bi armanca bikaranîna endûstriyel û tibî tê çandin e. Ev madeya ku wek maddeyek halusînojenîk tê naskirin, bi kêmkirina tevgerê pergala peyamên sinîrê yên di mejî de, di mirov de rewşe rehetbûnê çêdike. Arzoo Grorbinî ya yek ji dibistanên zarokên keç a li bajarê Sinê wek şêwirmend kar dike, li ser vê mijarê nirxandinan kirin.

'Temenê vexwarina alkolê kêm bû'

Arzoo Ghorbinî, bal kişand ku balixbûn yek ji qonaxên herî tevlihev a jiyana hemû mirovan e û wiha got: "Di balixbûnê de tu ne zarok û ne jî mezin î, lê pêvajoyek pêwistî serxwebûna şexsî heye ye. Di van demên ku guherînên hormonal tên jiyîn de guherînên hest çêdibin, rewşên tundî û êrîşkariyê jî tên jiyîn. Bikaranîna madeya hişbir a di nava xwendekarên zarokên keç de ne mijareke nû ye. Em dikarin bibêjin ku ev pirsgirêk her tim hebû, lê bi demê re zêdetir bûye û di nav xwendekaran de temenê vexwarinê akrolê kêm bû. Dema ku îstatîstîk hatin weşandin hîn zêdetir derket holê. Hemû kes di ferqa mijarê de ye. Divê em di mijara fêrbûna xwendekaran û gihiştina madeya hişbir de lêkolînek rast bikin. Saziyên ku bi mijarê re eleqeder dibin, îstatîstîkan nadin derve.”

'Hikûmet rê vedike'

Arzoo Ghorbinî, balkişand ku gihandina madeyên hişber di nav xwendekaran de pir hêsan bûye û wiha berdewam kir: “Herwiha bi buhayên pir erzan tên firotin. Hin cihê firoşkarên madeya hişbir û bikarneran ên wek gol,esrar û crack li pêşiya dibistanên amedeyî ne. Hin tezgah û dikanan jî firotina nav madeyan dike. Gelek xwendekar gol bikar tînin û li dibistanên zarokên keç hejmara keçên ku madeya hişbir bikartînin zêde dibe. Em di ferqê de ne ku yek ji sedemên meyla zarokan ber bi madeya hişbir malbat e, lê hikûmetê bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinê û bi zêdebûna feraseta mêr a di civakê de, ev xisara civakî bi awayekî perglî zêde kiriye û pêşiya vê vekiriye.”

'Çima li pêşiya dibistanan in?'

Arzoo Ghorbinî, diyar kir kesên ku hertim rastî zextên hawirdorê tên, ji yên din zêdetir bikaranîna madeye hişbir heye û wiha got: “Rewşên wek ezmûn, windakirina hezkiriyên xwe, tekçûnên hestyarî, aborî, pîşeyî, akademîsyen, hilbijartina hevjîn û hwd vê yekê têtik dike. Xemginî, depresyona tund, êrîşkarî û tevgerên dij civakî sedema bikaranîna madeya hişbir in. Gelo gihîştina van madeyan çima ew qas hêsan bûye? Çima firoşkerên madeya hişbir li ber dibistanan radiwestin? Ev pirsên ku ji bilî zirara ku madeya hişbir dide xwendekaran, em dikarin fêmbikin ku civak û dewlet bi zanebûn pergala perwerdehiyê hedef digre.”

‘Ji ber pirsgirêkên malê min made bikar anî’

Arzoo Ghorbani di axaftina xwe de cih da gotinên xwendekar Raha S. ya ku berê madeyên hişber bikar anîne. Raha S. tiştên ku jiyaye wiha qal dike:

“Kahyayên zarokan yên aîdê wan heye û di demekî herî kurt de ji bo wan gol, alkol ango tiştên ku ew dixwazin tîne. Carna rêvebir dikevin ferqa rewşê de. Bêhna golê ji ya cigarê cûda ye. Bêhna wê hê zêdetir e û demekî dirêj dimîne. Rêvebirên ku çend car dîtin zarok made bikar tînin, ji bilî ku wan zarokan ji malbatên wan re bêjin û ji dibistanê dûr bixin tiştekî din nekirin. Li dibistana keçan dû grub hene. Yên ku tenê gol bihîstine û yên bikar anîne. Piştî bikar anîna madeyê mirov di nav xwe de germahiyek hîs dike, çavên mirov sor dibin û weke ku xewa mirovan tê li mirovan tê. Yek du car min jî bikar anî min xwe pir nexweş hîs kir û malbata min fam kir. Min soz da ku ez carek din bikar nêynim. Min ji ber meraqa xwe û ji ber pirsgirêkên malbatî bikar anî. Ji sedî 99’ê xwendekarên made bikar tînin ji dibistanê tên avêtin, tu alîkarî ji wan re nayê dayîn. Li hemberî firoşkarên madeyên hişber tu pêşgirî nayê girtin.”