Li gor JINNEWS’ê di mehekî de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya JINNEWS'ê amade kir, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 36 jin hatin qetilkirin û mirina 23 jinan bi guman e, 6 zarok hatin qetilkirin û 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiye û Kurdistanê tundiya li beramberî jinan, bûyerên qetliam, taciz û tecawizê û mirina bi guman a jinan her roja ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Ajansa nûçeyan a JINNEWS’ê daneyên tundîtûjiyê ên li beramberî jinên ên ku di ragihandinê de hatiye tayîsandin kom kir û çeteleya wê weşandi.

Li herêma erdhejê tundî

Li gel şert û mercên xirab ên li herêma erdehejê piştevaniya di navbera jinan de mezin bû, ligel vê jî bûn hedefa îktîdar û mêran. Bi taybetî di meha adarê de şîdeta li hemberî jinan zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayan jinan nekarin gilî bikin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha li herêma erdhejê zarok jî para xwe ji şîdetê girt û bi her awayî bi bêparastin hatin hiştin.

Di meha Mijdarê de 4 zarok hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Ajansa nûçeyan a JINNEWS’ê kom kir di meha Mijdarê de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. Mirina 23 jinan jî bi guman e. Her wiha 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.

Stenbol di rêza yekemîn de ye

Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin: Li Stenbolê 9, li Muglayê 3 li Îzmîrê 2, li Bûrsayê 2, li Çankiriyê 2, li Konyayê 2, li Mêrdînê 2, Manîsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Edeneyê 2, li Kayseriyê jinek, li Rihayê jinek, li Balikesirê jinek, li Têkirdagê jinek, li Antalyayê jinek, li Enqerê jinek, li Meletî jinek û li Denizliyê jî jinek hat qetilkirin.