Li Efrînê êrîşên li dijî jinan didomin

Endama Koordînsyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed behsa kiryarên dagirkeriya dewleta tirk li herêma Efrîna dagikirî kir û anî ziman ku êrişên li ser jinan li Efrînê didome.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an ve heta niha dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê kiryarên li dijî şêniyên resen û xwezaya herêmê bênavber didomînin. Li gorî malpera Efrîn News 24 a ku kiryarên dewleta tirk li Efrînê dişopîne û bi belge dike, di nava sala 2023'an de 33 jin di nav de 4 zarok û 3 jinên bi temen mezin, her wiha dayikek û 4 zarokên wê hatine revandin. 3 jin û 4 zarok ji aliyê çeteyên Tikriyeyê ve rastî tecawizê hatine. Her wiha zarokek keç a 16 salî ber bi întiharê ve çûye.

Endama Koordînsyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed ji ajansa me re behsa kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û deverên dagirkirî kir.

'Li dijî gel û herêmê her roj kiryarên dermirovî tên kirin'

Elîf Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser kiryarên dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê û got: "Ji destpêka dagirkirina herêmên Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve heta vê kêliyê her roj êrîş didomin. Di sala 2023'an de kiryarên xwe dijwartir kir, bi taybetî di dema erdhejê de. Ji ber kiryarên dagirkeriyê li Efrînê jiyan tarî û dojeh e. Heta di felaketa erdhejê de dewleta tirk li gorî berjewendiyên xwe nêz bû, tu alîkarî ji kesên ku ziyanê dîtine re nekir. Her wiha heya niha gelek mirov di bin xaniyên rûxandî û hilweşandî de mane."

'Bi sedan jin bi kiryaran re rûbirû dimînin'

Elîf Mihemed diyar kir ku li gor agahiyên ku ketine destên wan bi desan jin li Efrînê rojane bi kiryarên xirab re rûbirû dimînin û gelek ji wan jî digihîjin asta xwekuştinê û hinek ji wan jî tên qetilkirin û wiha berdewam kir: "Li gorî agahiyan bi sedan jin di vê salê de rastî kiryarên qirêj hatin. Di encamê de gelek jinan dawî li jiyana xwe anîn her wiha bi destên çeteyan jî tên qetilkirin, revandin û rastî tecawizê tên."

'Dewletên Ewropayê ji van kiryaran berpisiyar in'

Elîf Mihemed got ku daxwaza wan ew e çareyek were dîtin û cîhan xwe ji van kiryaran berpisiyar bibîne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Daxwaza me ew e ku ev kiryarên dagirkeriyê li herêmên dagirkirî tên meşandin bên rawestandin û dewleta tirk a dagirker ji xaka me were derxistin. Her wiha em dewletên navneteweyî û cihên eleqedar di van kiryaran de berpirsiyar dibînin. Gelê Efrînê li Şehbayê ruxmî hemû zorî û astengiyên ku dibîne dîsa berxwedana xwe ji bo vegerê didomîne. Em ê bi têkoşîn û berwedana xwe dagirkeriyê ji axa xwe derxin."