‘Divê her roj li dijî tundiyê çalakî bên lidarxistin’

Çalakvan Jinan Dilsoz Zengene bal kişand rêjeya tundiya li ser jinan a bilind dibe û got ku divê her roj çalakiyên li dijî tundiyê bên lidarxistin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Li Başurê Kurdistanê rêjeya tundiya li ser jinan bi zêdebûnê didome. Çalakvan Dilsoz Zengene ya kiryarên ku bi destê mêr-dewletê li dijî jinan tê kirin nirxand, bal kişand ku divê her roj têkoşîna li dijî tundiyê bi bilindbûnê bidome.

Dilsoz Zengene wiha got: “Her çend hewldan ji bo kêmkirina bûyerên tundî û guherîna rewşa jinan di nava civakê de hene jî lê belê bandorek mezin nekirine. Heta niha jî di civaka Rojhilata Navîn de aqlê mêrsalarî heye û di malbatan de derdikeve holê. Ev zordariya li ser hemû beşên civakê û desthilatdariyê ye. Ji ber wê heta niha jî cudahî di navbera jin û mêr de heye û wekhevî nîn e. Her çend jin niha kar dikin û hinek maf bi dest xistine jî lê belê ev ast kêm e û nebûye sedema hişyarbûna jinan û gel.”

‘Têkoşîna jinan didome’

Dilsoz Zenegen diyar kir ku li başûrê Kurdistan zagon hene bes nayê bi cîhanîn û wiha got: “Ew bûyera ku di 25’ê Mijdara sala 1960’an rûda, li Komara Domînik sê jinên bi navê Patria, Minvra û Maria Teresa ku weke xwişkên Mîrabel tên nasîn, rastî destdirêjiyê hatin û piştre hatin qetilkirin, bû sedem ku şoreşek ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan dest pê bike. Ew şoreş heta niha berdewam dike. Neteweyên Yekbûyî çend biryarên taybet ji bo rewşa jinan li ser vê şoreşê girtin, ev jî wê dide nîşadan ku şoreşa jinan şoreşeke girîng e.”

‘Guherîn hene lê ne têrker in’

Dilsoz Zengene der barê rewşa jinan a niha de wiha got: “Guherîn heye lê belê li gorî pêwîst e nîn e û di asta navîn de ye. Mînak carna jin nikarin ji derve kar bikin lê belê niha ev pêvajo derbas kirine yan jî mafê wan heye bi tenê geştiyarê bikin û jixwe ji berê ve jî wisa bû. Sedema neguherîna zihniyeta civakê ji ber nehişyariya jinan e û civak pêngavên ber bi başbûnê ve navêje.”

‘Divê hikûmet bi erka xwe rabe’

Dilsoz Zenegen destnîşan kir ku tenê rojek ji bo pêşîlêgirtina tundiyê têr nake divê tevahiya salê hewldanên girîng hebin û got: “Ev 16 rojên ku hatine diyarkirin ji bo kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Lê belê ev hewldan kêm in û divê hewldanên zêdetir bên kirin. Ji ber heta niha jin hene ji derve û di malê de jî hay ji mafên xwe nîn in û nizanin erk û mafên wan çi ne, ew jinên ku kar dikin nizanin mafên wan çi ne. Her çendî girîng e kes bi xwe û rêxistin hewldana belavkirina hişyariyê bidin, ewqas girînge ku hikumet hevkarê rêxistinan bin da ku bikarin kar bikin û di hemû bûyeran de destên xwe bigihîjînin jinan û hişyariyê belav bikin.”

‘Divê çalakî bidomin’

Dilsoz Zengene di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê tevahiya salê rêxistinan jinan çalakiyên cur be cur li dar bixin. Bi yekitî kar bikin da ku bikaribin dengê xwe bigihîjînin derveyî welat ji bo bidestxistina mafên jinan. Çalakiyan tenê di nava holên girtî de li dar nexin divê li cihên vekirî û li qadên bajaran bi çalakiyên xwe dengê xwe bigihîjînin tevahî jinan.”