Ji bo zanîna rewşa Abdullah Ocalan li Şehbayê meş hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn-Şehbayê ji bo zanîna rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Şehba- Bi dirûşma "Bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê li Îmraliyê vemirînin" Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn-Şehbayê ji bo zanîna rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî erdheja ku di 4'ê Mijdarê de bi pileya 5.1 li Deryaya Marmarayê çêbû li dar xist.

Meşê ji çerxeriya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê heya parka 4'ê Avrêlê li navçeyê bi beşdarbûna şêniyên Efrîn Şehbayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Kes nikare roja me tarî bike","Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Rêber Apo azad bikin" û "Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina Neteweya Demokratîk e" hildan.

‘Em ê bi çalakî û bertekên xwe vê tecrîdê bişkînin’

Piştî ku girse gihîşt parkê meş veguherî mitîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn-Şehbayê Xedîca Îbo ve axaftin hat kirin. Di axaftinê de Xedîca Îbo îsrara ji bo zanîna rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Em daxwaza zanîna rewşa tendirustiyê ya Rêber Apo dikin. Çalakî û bertekên me wê berdewam bikin heya em agahiyek ji wî bigrin. Dewleta Tirk 32 meh in tecrîda di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo dide meşandin û nahêle ne parêzer ne jî malbata wî hevdîtinê pê re pêk bînin. Em tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Her wiha piştî erdheja ku çêbûye tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin divê bi lezgînî rewşa wî bê eşkerekirin. Bi zanebûn dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Apo dide meşandin ji ber ku azadiya wî çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Em ê bi çalakî û bertekên xwe vê tecrîdê bişkînin û li benda agahiyek ji Rêber Apo ne."

Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" dawî bû.