Dayika Şemiyê Saffet Yaman jiyana xwe ji dest da

Dayika Şemiyê Saffet Yaman a ku jiyana xwe ji dest da li Adapazarê hat veşartin. Saffet Yaman ji bo kurê xwe Hûsameddîn Yaman yê di sala 1992’an de li Stenbolê di binçavkirinê de hatibû windakirin tekoşîna edaletê dida.

Navenda Nûçeyan – Dayika Şemiyê Saffet Yaman di 4’ê Kanûnê li navçeya Adapazari ya girêdayî Sakaryayê jiyana xwe ji dest da. Saffet Yaman piştî nimêja nîvro ya ku li Mizgefta Maltepeya Navendî ya Adapazariyê hat kirin ji aliyê xizm û hezkiriyên xwe ve li Goristana Serdivanê hat veşartin. Saffet Yaman ji bo kurê xwe Hûsameddîn Yaman yê di sala 1992’an de li Stenbolê di binçavkirinê de hatibû windakirin, tekoşîna edaletê dida.

‘Dayikek me yê din beyî ku bigihîje edaletê jiyana xwe ji dest da’

Dayikên Şemiyê li ser hesaben xwe yê medyaya dîjîtal derbarê Saffet Yaman de wiha gotin: “ Dayikek me din beyî ku bigihîje edalet û heqîqetê  jiyana xwe ji dest da. Dayika me Saffet rehet birazê, te dev jê berneda em jî dev ji lêgerîna Hûsameddîn bernadin.

Xwendekarê Dibistana Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Stenbolê Husamettîn Yaman di 4'ê Gulana 1992'an de di binçavkirinê de hat windakirin. Malbata Husamettîn Yaman diyar kir ku parêzer Ergîn Cînmen di Tîrmeha 1992'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û got: "Piştî doz hat vekirin salek şûnde Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê gotine 'Me şopa wî di mala rêxistinê de dît û mal vala kirine û çûne yek ji bajarên rojhilat.’ Dadgehê piştî vê axaftinê biryara ne şopandinê dabû.”

Li xwe mikur hatibûn

Berpirsiyarê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin di Nîsana 2012’an de di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Tarafê de îdia kiribû ku xwendekarên bi navê Ayhan Efeoglu, Husamettîn Yaman û Mehmet Soner Gul di sala 1992’an de hatine qetilkirin û ew dikare cihên înfazê nîşan bide û gotibû: “Min Efeoglû bi destên xwe defin kir. Ez dikarim cihê înfazkirina wan her sêyan nîşan bidim.” Malbata Husamettîn Yaman, piştî îtîrafên Midûrê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin, serî li dozgeriyê da.