Li wargeha Mexmûrê starta çalakiyên 15’ê Sibatê hat dayîn

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê starta rêzeçalakiyên 15’ê Sibatê ragihandin.

Mexmûr - Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li Saziya Ciwanan a wargehê bi daxuyaniyekê starta 15’ê Sibatê dan. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Murat Encû axivî.

‘Azadiya hemu gelên bindest bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye’

Murat Encû diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemu gelane û got: “Wek gelê Mexmûr û gelê Kurd em hertim liser lingan bûn û têkoşînek bê hempa me da nîşakirin, lê ev tenê têrê nake. Wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî, azadiya Kurdistanê li ser lingan bin, çalakiyan li darbixin û şev û roj xebatan bikin.  Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî destpêkê divê jin û ciwan hertiştê ku dikeve ser milê van pêkbînin û hertim li kolanan çalakiyan pêkbînin. Ji ber ku azadiya me di azadiya fîzîkî ya Rêbertî de ye. Ne tenê azadiya gelê Kurd, azadiya hemu gelên bindest bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdaye. Îro li giştî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakî tên kirin. Ji bo wê dem demê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, dem demê azadiya Kurdistanê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.