Li Pakistanê lehî: 100 hezar kes hatin tehliyekirin

Ji herêmên ku ji ber lehiya ku barana mûsonê ya li Pakîstanê pêk hat, di 3 hefteyên dawî de zêdeyî 100 hezar kes hatin tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan- Baranên mûsonê li parêzgeha Pencabê ya Pakistanê lrê li ber lehiyê vekir. Li herêmên ku ji ber lehiyê zirar dîtine xebatên tehliyekirinê dewam dikin. Li gorî daxuyaniya rayedarên lêgerîn û rizgarkirinê; Ji ber lehiya Çemê Sutlejê û bin avbûna herêmên derdorê xebat hatin berfirehkirin. Herî zêde li navçeyên Bahawalpur û Kasurê xebatên tehliyekirinê dewam dikin. Di 3 hefteyên dawî de zêdeyî 100 hezar kes hatin tehliyekirin.

Lehî dibe ku berdevam bike

Ajansa Rêvebiriya Afetê ya Netewî ya Pakistanê jî ragihand ku asta ava çemê Ravî niha normal e, lê dibe ku di vê hefteyê de jî li çemê Sutlej lehî çêbibe. Muhsin Naqvi, serokê hukûmeta eyaleta Pencab, destnîşan  kir ku baranên mûsonê hişt ku rayedarên li Hindistanê avên zêde yên rezervan berdin çemê Sutlej, ku bû sedema lehiyê li aliyê Pakistanê yê sînor.

Baranên mûsonê ku her sal di mehên Hezîran-Îlonê de bi bandor dibin li Pakistanê zirareke mezin dide. Li welêt karesata lehiyê ya ku par di encama barana mûsonê de pêk hat 33 milyon kes bandor kir, hezar û 739 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku maliyeta karesatê ya li welêt zêdeyî 30 milyar dolar e.