‘Li Mexrîbê cenazeyên ku di bin xirbeyan de mane bêhnê didin’

Jammu Burahîm a ku ji bin xirbeyên mala xwe ya ku di erdheja Mexrîbê de hilweşiyabû hat rizgarkirin, diyar kir ku cenazeyên di bin xirbeyan de mane bêhnê didin û hîna jî xirbe nehatine rakirin.

RAJA KHAYRAT

Mexrîb – Xirabûna erdheja bi pileya 7 ya li Mexrîbê ku navenda wê li herêma El-Huz a bajarê Marakeşê bû, di 8’ê Îlonê de pêk hat, didome. Ji ber ku xebatên li ser xirbeyên avahiyên hilweşiyayî dewam dikin, hêjmara mirî û birîndaran zêde dibe. Li herêma erdhejê, ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi derfetên kêm hêdî hêdî pêş dikevin, ji bo tesbîtkirina cenazeyên windayan ên li parêzgeha El Huzê serjimêrî dest pê kir.

Dema ku dixwest bireve mala wê hilweşiya

Jammu Burahîm a ku li Gundê Asalda yê Herêma Asniyê ku di erdhejê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ji bin xirbeyan hat rizgarkirin, serpêhatiyên xwe yên şeva erdhejê wiha anî ser ziman:

“Ez diçûm xew bikim. Min dengek mîna dengê makîneya sondajê bihîst. Me heta niha deng û lerzeke wisa xurt nedîtibû. Me bi hejandinê re fêhm kir ku erdhej e û yekser ber bi derî bezîn. Lê berî ku em bigihin derî, xanî hilweşiya. Wê demê ez ser hişê xwe çûm. Tiştek nayê bîra min. Carekê min çavên xwe vekir, gundiyan min ji bin xirbeyan derdixist. Min hîs kir ku ez di fetisim, min bi zorê nefes girt. Ez pir tirsiyam. Min li derve deng bihîst ku digotin birînên min li piyên min hene. Dema ku min derdixistin, min cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane li derdorê dîtin.”

‘Di bin xirbeyan de cenaze bêhn didin’

Jammu Burahîm a ku bi sivikî birîndar bû, diyar kir ku beriya ku birînên wê bi temamî baş bibin tevlî xebatên alîkariyê bûye û cenazeyan dişon. Jammu Burahîm amaje bi wê yekê kir ku ji ber wêranbûna temamê malan neçar mane ku gund biterikînin û got ku ew hê jî bi şev nikarin razên. Jammu Burahîm destnîşan kir ku xirbe nehatine rakirin, herwiha diyar kir ku cenazeyên di bin xirbeyan de mane bêhn didin.

‘Di konekî dûrî gundê me jiyan pir zehmet e’

Jammu Burahîma ku ji ber neketin nav xaniyan li baxçeyek fêkiyan konê xwe veda û wiha got: “Êdî ez  nikarim bi xewve biçim. Piştî sibehê çend saetan di xew re diçim. Min gelek hevalên xwe winda kir. Jiyana me serûbin bû. Di konekî dûrî gundê me de jiyan pir zehmet e.”