Li Lîbyayê rewşa metirsîdar didome

Direktorê giştî yê DSO Tedros Adhanim Ghebreyesus da zanîn ku metirsiya rewşa Libya ku lêhî lêdayî berdewam dike.

Navenda Nûçeyan - Li Rojhilatê Lîbya ji 10’ê Îlinê heta niha ji ber felaketa lêhiyê hilweşîn berdewam dike. Dîrektorê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê Tedros Adhanim Ghebreyesus li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal derbarê rewşa Lîbya de parvekirin kir.

‘Metirsiya rewşê berdewam dike’

Tedros Adhanim Ghebreyesus wiha got: “Metirsiya rewşê li Lîbya berdewam dike. DSO ji bo mirov alîkariya psikososyal bigrin û bikarin xwe bigihînên xizmetên tendirûstiyê li gel rayedarên xwecihî dixebitin.” Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku ji bo astengkirina nexweşiyên ji nişkave ji ber av û xwarinê û nexweşiyên din tesbît bikin, derbixin holê û pêşî li belavbûna wê bigrin û ji bo bi hêzkirina sîstema zû ya hişyarkirinê têkoşînê dikin.

DSO berê jî di daxuyaniyên ku dayî de diyarkiribû ku li welat ji ber lêhiyê zêdeyî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 8 hezar û 500 kesan hîna windane.