Li Hesekê komxebata li dijÎ tundiyê: Perwerde bi qasî avê girîng e

Di bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî “bi pêşengiya Kongra Star komxebatek bi tevlibûna rêxistin û sazyên jinan ên kantona Hesekê hat lidarxistin.

Hesekê- Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi dirûşma "li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, jin Jiyan azadî " ragihand. Îro jî bi heman dirûşmê û bi pêşengiya Kongra Star komxebatek bi tevlibûna 60 jinan hat lidarxistin. Komxebat ji aliyê Komîteya Perwerdeyê, Hêzên Parastina Cewherî, Komîteya Ol û Baweriyan, Rêxistina Sara, Meclîsa Edaletê, Mala Jin û Desteya Jin ve bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Perwerde bi qasî avê girîng e’

Rûniştina yekemîn ji aliyê endama komîteya perwerdeyê a kantona Hesekê Rîhab Hisên hat birêvebirin. Rihab Hisên wiha got: “Cureyên tundiyê gelek in. Tundiya hestiyarî, zayendî, aborî, malbatî, civakî û siyasî ne. Çima perwerde girîng e ji bo rêgirtina tundiyê? Perwerde ji bo civakek exlaqî û polîtîk, demokratîk, ekolojik, hevjiyana azad mîna av û oksîjenê ji mirova re şert e. Ji bo ku mirov xwe nas bike mêjî û ruhê xwe ji pergala desthilatdariyê rizgar bike û civaka xwe hişyar bike bi vê re çanda jiyana hevbeş ava bike û civakê ji zihniyeta zilamtî û zayendperestiyê xilas bike erka sereke ya perwerdeyê ye.”

Girîngiya avakirina malbata demokratîk

Rîhab Hisên di berdewama axaftina xwe de behsa rêbazên rêgirtina li hemberî tundiyê kir û wiha anî ziman: “Sererastkirina têkiliya jin û mêr di civakê de ango avakirina hevjiyana azad, avakirina çanda malbata demokratîk e. Bi perwerdeyê re zanebûna parastina cewherî xwe kûrkirin û parastina cewherî pêşxistin esas e. Bi parastina cewherî têkoşîna li dijî tundiyê tê xurtkirin. Jiyana bi xweşiyê xemilandî bi van rê û rêbazan pêkan e. Bi hebûna van em ê bikaribin rê li ber hemû cureyên şîdetê bigrin.”

Paşê bilançoya kar û xebatên salekî yên li dijî tundiyê hatin parvekirin:

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star di çarçoveya xebatên xwe yê sala 2023’an de 2 hezar û 89 ders perwerde dane 18 hezar 675 sûdmend ku piraniya wan jin in.

Hêzên Parastina Cewherî 510 civîn lidarxistin, 17 dewreyên perwerde yên vekirî bi tevlîbûna 873 jin û mêr hatin vekirin. Li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî û gelek mijarên din ên mîna li dijî zewaca zarokan bi beşdariya 3 hezar û 55 jinan 257 semîner hatin dayîn. Çareserkirina 272 pirsgirêk hin jê hatin çareserkirin û hin jê ji cihên pêwendîdar hatin rêkirin.

Rêxistina Sara li Hesekê li dijî tundiya li ser jinan 2 hezar belavokan belav kir, 36 civînên li dijî tundiyê lidarxist. 122 semîner bi tevlîbûna 1692 kes hate li dar xistin. 92 doz ji wan 5 kuştin, 4 xwekuştin, 2 jî hewldana întîharê hatine çareserkirin.

Komîteya Ol û Baweriyan bi tevlîbûna hezar û 665 jinan 70 semîneran da.

Komxebat bi niqaşên li ser girîngiya avakirina hişmendiya Netewa Demokratîk ku yek ji lingê wê yê bingehîn azadiya jin û hevjiyana azad e, bi dawî bû.