Li gelek bajaran meşa Azadiyê ya ber bi Gemlikê ve berdewam dike

Bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fizîkî Meşa Azadiyê ya ji Bursayê ber bi navçeya Gemlikê ve berdewam dike.

Navenda Nûçeyan-  Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 32 meh in tu xeberek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk, ji duh heta niha  Meşa Azadiyê ji bajarên cuda ber bi Gemlika Bursayê ve hatiye destpêkirin berdewam dike.

Li gelek navçeyên Stenbulê hemwelatî ketin rê

Li Stenbul ji bo meşa azadiyê, bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya MED (MED TUHAD-FED),  Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) , Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) de ber bi Gemlîkê ve gelek kes ketin rê.

Li gelek navçeyan hemwelatî, bêyî ku guh bidin hewaya bi baran û bayê hatin ba hev. Ji gelek xalên navçeya Bagcilarê hemwelatî bi coşek mezin ji bo ber bi Gemlîkê ve biçin ketin rê. Hemwelatiyan dem bi dem dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Hemwelatiyên ku der barê meşê de hestên xwe anîn ziman, diyar kirin ku tevî astengiyan di xwegihandina Gemlikê de bi biryar in.

Li aliyê din li navçeyên Sîlîvrî, Avcilar û Beylîkduzuyê girseya gel di saetên serê sibê de bi wesayîdên ku li wan siwar bûn ber bi qada wê lê kom bibin, ketin rê coşa hemwelatiyan a bi nîşana zaferê bal kişand. Li Esenyurtê welatî danê sibehê li ber avahiya navçeya HEDEP'ê hatin ba hev. Girseya ku bi wesayîdên ji 5 herêmên cuda yên navçeya Esenyurtê bi rê ket, dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qet kêm nebû. Li taxa Bayrampaşayê jî kesên ku hatin ba hev, diyar kirin ku daxwaza wan a bingehîn azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Li  Arnavutkoyê gelek kes hatin ba hev û li vê derê jî helwesta li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş.

Heta tecrîd nerabe em ê li qadan bin’

Li aliyê din komeke ku di nav de Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz jî hebûn, ji Tûzlayê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Girse li Tuzlayê hatin gel hev dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bê Serok jiyan nabe", ‘Tecrîda li hundir û derve bişkîne’, ‘Ji tecrîdê re na’, ‘Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ berz kirin û bi rê ketin. Koma ku bi tilîlî û çepikan ber bi wesayîdan ve dimeşiya, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya ku astengiyên polîsan nas nekir, bi dirûşman bi hemû biryardariya xwe meşa xwe berdewam kir. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di meşê de got: “Îmralî qada bêhiqûqî û tecrîdê ye. Heta ku tecrîd rabe em li kolanan in. Girseya ku bênavber dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin, li wesayîdan siwar bûn û ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Li aliyê din wesayîd parlamenterê Amedê yê HEDEP’ê Serhat Eren li navçeya Tuzla ya Stenbulê ku ber bi Gemlikê ve ket rê hat rawestandin. Wesayîda Serhat Een bi vînçê ji aliyê polîsan ve hat rakirin.

Kesên ku ji Enqere û Mêrsînê derketin rê li Eskîşehîrê hatin cem hev

Gelek kesên ku di nav de siyasetmedar jî hene ji Enqere û Mêrsînê derketin rê û di ketina Eskîşehîrê de hatin cem hev.  Welatî piştre ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.

Ji herêma Egeyê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

Ji bajarên herêma Egeyê gelek kes li qada Newrozê ya li Taxa Akincilara navçeya Bucaya Îzmîrê hatin cem hev. Girseya ku ji Mugla, Manîsa û Aydinê hatin cem hev ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseyê bi dirûşma "Zext nikarin me bitirsînin" bertek nîşanî êrîşa polîsan da.

16 kes hat binçavkirin

Beriya meşê 16 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Çankayayê. Navê hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Mahsum Koç, Ayşe Silik, Cuma Kolu Kisa, Şakir Oklav, Fulya Erdogan, Abdulgani Telli, Fatma Funda Akbulut, Dîndar Arslangray, Ramazan Silik, Îbrahîm Esen, Nevzat Aktaş, Siraç Turgal, Emanet Kaban, Kudbettîn Karagoz ve Kamil Dag. Tevî êrîşa polîsan jî gelek kes bi wesayîdên taybet ber bi Gemlîkê ve ketin rê.

Li ketina Gemlikê bendewarî berdewam dike

Li Bursaya ku navenda sereke ya meşê ye, welatî li Taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirimê hatin cem hev. Derdora qada hevdîtinê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Her wiha hat hînbûn ku li taxên Înegol û Yildirim jî avahiyên partiyê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Li Înegolê destûr nehat dayîn ku endamên partiyê ji avahiyê derkevin, hat ragihandin ku li teşkîlata navçeya Yildirimê jî destûr nehatiye dayîn ku derî bê vekirin.

Koma ku gihîşt Orhangaziyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û nehiştin ber bi Gemlîkê ve biçe. Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulistan Aydin jî got: “Pêdiviya gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi perspektîfên birêz Abdullah Ocalan heye. Îro Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Heta ku birêz Abdullah Ocalan dîl bê girtin wê ev yek bidome. Em tu carî vê qebûl nakin. Em weke jinên Kurd tu carî destûrê nadin vê yekê.” Girseyê piştre bi dengekî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir.

Li aliyê din polîsan di ketina Gemlîkê de wesayîdên kesên beşdarî "Meşa Azadiyê" bûn yek bi yek rawestandin. Welatiyên ku wesayîdên wan hatin rawestandin, tevî hewaya sar û baranê ji bo seyranê rawestiyan. Li ber deriyê navçeyê sekna welatiyan didome.