Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 12’emîn didome.

Mexmûr- Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, di roja 59’emîn de bi biryardarî didome.

Çalakî şevê din ji aliyê koma 12’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 11’emîn Elî Ozgun axivî.

‘Divê bi şerê gelê şoreşgerî em têcrîtê têk bibin’

Elî Ozgun destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêkanîna şerê gelê şoreşgerî mîsogere û got: “Tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin di şexsê wî de li ser tevayî gelê Kurd tê meşandin. Ji bo wê ji bo ku tecrîd were şikandin divê li çar aliyên Kurdistanê û Ewrupa herkes rabe ser lingan. Divê em li gor dirûşmeya xwe ya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakiyên xwe mezin bikin û tecrîdê bişkînin. Ji bo ku em azadiya xwe ya fîzîkî bi destbixin divê em wek gel û gêrîla destê hev bigrin û şerê gelê şoreşgerî bilind bikin û pêwîste herkesek divî alî de xwe berpirsyar bibîne.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.