Li Derne ya ku lêhî lê rabû gel û rojnameger tên tehliyekirin

Ji ber kareseta lêhiyê ku li Rojhilatê Libya qewimî bi hezaran kes hê wenda ne. Bi armanca hêsankirina kar û barên rizgariyê, li Derne gel û rojnager tên tehliyekirin, 10 roj ji bo perwerdê navber hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Bahoza Daniel ku li Rojhilatê Libya rû da bû sedem ku li bajarên Bingazî, Beyda, Merc, Suse û Derne bibe sedema kereseta lêhiyê. Ji 10’ê Îlonê heta niha hêjmara kesên ku ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane gihaye 6 hezaran, bi hezaran kes jî hê wenda ne.

Li Derne gel û rojnameger tên tehliyekirin

Bajarê Derne ji ber felekata lêhiyê rê li ber hilweşînek mezin vekir, rêxistina navnetewî ya koçberan ya NY tenê kesên ku ji Derne ji cih û warên xwe bûne weke 30 hezaran ragihand. Wezîrê navxweyî yê ji aliyê Meclîsa nûnertiya ku li Rojhilatê Libya ve hatiye erkdarkirin ragihand ku, ji bo hêsankirina xebatên rizgarkirinê artêşê gel û rojnamegeran tahliye dike.

10 roj ji bo perwerde navber hat dayîn

Serokê Lîbyayê Abdulhamîs Ed-Dibeybe di daxuyaniyê de wiha got: “Bi berçavgirtina rewşa bi êş a beldeyên ku bi karesatê re rû bi rû ma li seranserî welat ji bo saziyên perwerdehiyê yên seretayî û navîn min biryar da ku 10 rojan navber bê dayîn.” Abdulhamid El-Dibeybe da zanîn ku wezareta perwerdê li van herêman ji bo xwendekar car din vegerin perwerdeyê telîmata amadikirina planan daye û da zanîn ku ji bo perwerdê dê navendên demkî were avakirin.  

Derbarê hilweşîna dû barajan de biryara lêpirsînê 

Abdulhamid Ed-Dibeybe di parvekirina xwe ya li ser medyaya dijîtal de wiha got: “Min talimat da serdozgeriyê ku der barê hilweşîna dû barajan de li Derne lêpirsîna lezgîn bidin destpêkirin saziyên peywendîdar jî di lêpirsînê de di nava hevkariyê de bin.”

‘Hilweşîna dû bendavan felaket e’

Dîroknasê Libyayî Ferac Davud Ed-Dernavi da zanîn ku nivê Derne li aliyê binî yê newalan maye û bûye xalek ku hemû barana ku ji Başûrê bajar tê lê kom bibe û got: “Piştî ku bahoza Daniel bi bandor bû dû barajên ku ava barana bajar kom dike hilweşiyan. Ev karesatek e.”

Ferac Davud Ed-Dernavi bi bîrxist ku rayedarên xwecihî ên Libyayê metirsiya karesatên xwezayî ku çavkaniya xwe ji newalan digre ji bo astengkirina wê hewil didin barajan înşa bikin, lê belê cardin jî ev karesat berdewam dike.