Li Îranê herî kêm 700 kes hatin binçavkirin

Li Îranê di çalakiyên ku ji bo salvegera yekem ya qetilkirina Jîna Emînî hatîn li dar xistin de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin.

Îran- Li paytexta Tahranê ya Îranê jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê ‘polîsên exlaqî‘ ve bi hêceta ku hîcaba xwe rast nexsitiye serê xwe hate qetilkirin. Bi boneya salevegera yekem ya qetilkirina Jîna Emînî dûh bi hezaran kes daketin qadan.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê; Seqiz, Sine, Urmiye û Tahran, Belucistan û Sistan di serî de di çalakiyên hatîn li darxistin de polîsên Îranê êrîş kirin û herî kêm 700 kes xistin binçavan. Li gora zanyariyên hatî bi destxistin, malbatên ku xwestin xwe bigihinin kes û karên xwe ên hatine binçavkirin zanyarî nedan wan. Malbatên ku serî li qereqola yekineyên alîkariyê ya li Tahranê dan, hêzên rejîmê zanyarî nedan û li wê derê êrîşê girseya li bendê kirin. Hat zanîn ku di encama êrîşan de birindar çêbûn.