Kongra Star: Li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin

Kongra Star, di daxuyaniya xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk de bang li hemû kesan kir ku li hemberî van êrişan xwedî helwest bin û bertekên pêwîst raber bikin.

Navenda Nûçeyan- Kongra Star, bi daxuyaniyek êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê hedef girtiye û 4 şervan qetil kirine û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker sê sal in bênavber ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa jinan êriş dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi vw yekê hat kirin û zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemwextî operasyona paqijkirina kampa Holê ji şaneyên DAIŞ’ê tên kirin û wiha hat gotin: "Şaneyên DAIŞ'ê ji van êrîşan cesaret digrin." Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û kesên azadîxwaz hat kirin ku li hemberî van êrişan xwedî helwest bin û bertekên pêwîst raber bikin.