8 salên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê bi daxwaza edaletê derbas bû

Di salvegera 8’emîn Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku 8 sal ji aliyê dewlet û desthlata siyasî ve dixwest ser qetliamê bigre re derbas bû.

Navenda Nûçeyan- Di ser êrişa bombeyî ya 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve li Qada Gara Enqereyê li dijî kesên tev li mitînga “Aştî û Demokratiyê” bûn, hate kirin re 8 sal derbas bûn. 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li cihê hatin qetilkirin tên bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de ji derveyî gelek u malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan, kesên birîndar bûn, hevberdevkê partiya Çepên Kes Îbrahîm Akin, Cêgirê Serokê Komê Saruhan Oluç, Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, perlementerên Partiya Çepên Kes, EMEP,CHP û TÎP û serokê giştî yê DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu, hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk beşdar bû.

Navê 104 kesên ku hatin qetilkirin hate xwendin

 Ji bo merasîmê meşa ku ji Ulus destpêkirî heta ber qada Gara ya Enqere ku di saet 10:04’an de pêkhatî navê 104 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn yek bi yek hatin xwendin. Piştî merasîma biranîna kesên jiyana xwe ji dest dayîn, hevberdevkê komeleya 10’ê Cotmehê Îshaq Kocabiyik li se rnavê komeleyê daxuyanî da. Îshak Kocabiyik da zanîn ku beriya 8 salan dû bombayên zindî ên DAÎŞ’ dest û lingên xwe hejandin hatin Enqere û wiha got: “Dewletekê bi fikirin ku qelîama li dijî mirovên wê tê kirin bêdeng bimîne. Dest ji bêdengbûnê berdin, rê bidin bikujan, destê xwe li pişta wan de bîne. Bila di pêvajoya darazandinê de heqîqet derbikeve holê, me hewldanek wisan kir ku edalet li gora wateya xwe were pêkanîn. Em hîn jî nîşadidin.”

‘8 sal, dewlet û desthilata siyasî bi serdegirtina komkojiyê re derbaz bû’

Îshak Kocabiyik diyarkir ku di dema darazandinê de bi gelek bê hiqûqiyan re rû bir û mane û wiha got: “Ev 8 sal dewlet û desthilata siyasî bi serdegirtina komkojiyê re derba bû. Di pêvajoya darizandinê de me hewl da ku heqîqet derkeve holê û edalet were bicihanîn. Em hêj jî hewl didin. Delîlên ku hevalên me bi hezaran zehmetan danîn holê tune hatin hesibandin. Lêpirsînên dewletê bi xwe û raporên îstîxbaratê yên dikarîn komkujiyê ronî bikin ji nedîtive hatin. Miduriyeta polîsan ji bo agahiyên ku dadgehê ji wan xwestin tenezul nekir ku bêje nînin jî, bersiv neda. Me xwest li cihê ku komkujî pêk hatiye bîrdariyek bê çêkirin, ku ev bîrdarî bibe şîna me, di hişê me yê civakî de Komkujiya 10’ê Cotmehê neyê ji bîr kirin.”

 ‘Qetliam bi pêvajoya darazandinê berdewam dike’

Îshak Kocabiyik bi bîrxist ku heta berpirsyar li hemberî darazê hesabê bidin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Kesên bi zilm, zext û heta kuştinê dixwazin me terbiye bikin bila bizanin ku; jiyana ku em dijîn, temenê ku ji birayên me yên madenvan ku li Somayê hatine qetilkirin maye ye. Temenê ji Koray Kaya yê li Madimakê hatiye şewitandin, ferdên Malbata Şenyaşar ên hatin qetilkirin maye. Temenê ji 33 Rêwiyên Xeyalan maye. Temenê 104 xwişk û birayên me yên li vê qadê hatin qetilkirin maye. Xwişk û birayên me, dayik û bavên me, hevrêyên me yên hatin qetilkirin, temenên xwe weke deynekê ji me re hiştin. Ev deyn dikare bi têkoşîna ji bo edaletê, aştiyê, wekhevî, xwişk û biratiyê bê dayîn. Em bi biryar in ku vî deynî bidin.”

Merasîma biranînê piştî axaftinên DÎSK,KESK,TMMOB, serok, hevserok û berdevkan, piştî ku li gora aita li qada Gar ya karanfil danîn bi dawî bû.