Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat vekirin

Rojnamevanên ku Komaleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê vekirin gotin: “Em ê bi helwest û felsefeya xwe ya li Kurdistanê îlhamê bidin jinên cîhanê" û diyar kirin ku dê Gurbetellî Ersoz bibe seroka daîmî ya komeleyê.

Navenda Nûçeyan - Rojnamevanên jin ên Kurd ên pêşengên Çapemeniya Azad dest bi xebatên xwe yên nû kirin û Komaleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) vekirin.

Rojnamevan, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û rêveberên ÎHD’a Amedê, Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Parlamentera Amedê ya Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça û Adalet Kaya, rêxistinên sivîl û gelek jin tevlî merasîma vekirinê bûn.

‘Armanca me parastina mîrateya Gurbetellî ye’

Seroka MKG'ê Roza Metîna axaftina vekirinê kir û got: “Di 7’ê Cotmehê de Gurtbettelî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Di qada rojnamevaniyê de rolek wê ya girîng heye. Bi pênûsa xwe têkoşînek da. Li hemberî êrişan serî netewand. Armanca me xwedî li derketina mîrateya Gurbetellî ye. Rojnamevanên jin ên Kurd heta îro têkoşîn û berxwedaneke mezin dan. Şîlan Aras ji hêla rejîma Îranê ve hat qetilkirin û hîna jî cihê cenazeyê wê nayê zanîn. Xeyala Şîlanê avakirina ajansa jinê bû û hat avakirin. JINHA hat girtin, Gazete Şûjin hat vekirin û ev hat girtin JINNEWS hat vekirin. Ajansa jinê û komele xeyala têkoşerên jin bû. Di rewşeke zehmet de Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya hat avakirin û hemû Rojnamevanên jin dibin platformê de hatin gel hevdû. Niha rojnamevanan gaveke nû avêtin. Em armanc dikin ku berxwedana rojnamevanên jin mezin bikin û bibin dengê jinên rojnamevanên Rojhilata Navîn û cîhanê.”

‘Em ê tu carî paşve gav neavêjin’

Roza Metîna, diyar kir ku li her parçeyekî Kurdistanê şer heye, bi taybetî bal kişand ser êrişên li ser Rojava. Roza Metîna got: “Niha li Rojava şerek heye. Ligel şerê heyî rojnamevanên jin li qadê nûçe çêdikin. Dilê me bi wan re ye. Sekna me û felsefeya me ya her çar parçeyan wê îlhamê bide jinên cîhanê. Me ji Şîlan, Denîz, Nûjiyan û Gurbetellî îlham girt û em ê şopdarên wan bin.”

‘Em Rojnamevanên jin ên berxwedêr silav dikin’

Sekretera Giştî ya DFG'ê Gulşen Koçuk jî di axaftina xwe de rojnamevanên jin ên di şexsê Gurbetellî Ersoz de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Roja ku me dest bi kar kir ji me re gotin her wêneyek we dibe dîrokek û divê wisa bixebitin. Çapemeniya Azad dîrok tomar kir. Rojnamgeriya jinê di astekî pir cuda de ye. Li gel zext, girtin û windakirinan çapemenî meşa xwe berdewam kir. Di dîrokekî girîng de em gaveke dîrokî davêjin. Ji çar parçeyên Kurdistanê rojnamevanên jin ên berxwedêr hene. Em wan silav dikin. Li Rojava li gel zehmetiyan heqîqet tê nivîsîn. Em mezinbûna rêxistinbûna rojnamevanên jin ên Kurd silav dikin. Em ê bibin bersiva êrişan."

‘Pêvajo û rêya dijwar li Kurdistanê bi dawî nebû’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di destpêka axaftina xwe de ev tişt got:

“Rêxistinbûna rojnamevanên jin girîng e. Gurbetellî Ersoz wê her tim seroka giştî ya komeleyê be. Ez wê nas dikim, firsendeke min wisa çêbû. Jineke Kurd û taybet bû. Dema Rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin wêneyek me bi Gurbetellî re hebû û ji min re got ‘Em ketin rêyeke zehmet’. Lê belê ev zehmetî û rê ji bo Kurdistanê qet bi dawî nebû. Niha li ser vê erdnîgariyê şerek tê ferzkirin. Herî zêde jî jin dibin mexdûrên şer. Ragihandina vê şerê jî girîng e. Komeleyek wisa tê avakirin û ev tişt gelekî girîng e. Em ê her tim li gel komeleyê bin.”

Piştî axaftinan komele hat vekirin.