KJK: Em ê hesab ji kujerên Firyal Xalid bipirsin

Koordînasyona KJK'ê, bertek nîşanî qetilkirina siyasetmedar Kurd Firyal Silêman Xalid ku duh li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin da û wiha got: “Em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst, xizmetkar û tetîkkêşên wan bipirsin.”

Navenda Nûçeyan – Duh di 18’ê Çileyê de siyasetmedara Kurd Firyal Silêman Xalid di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Koordînasyona KJK'ê, der barê qetilkirina siyasetmedara Kurd Firyal Silêman Xalid de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wê hesab ji kujeran bê pirsîn.

Koordînasyona KJK'ê, di daxuyaniya xwe ya niviskî de wiha got: "Dewleta Tirk a qirker, kujerê jinê û faşîst, rûyê xwe yê qirêj, bi xwîn û tarî li Kerkûkê bi qetilkirina siyasetmedar-şoreşgera Kurd Firyal Silêman Xalid careke din nîşan da. Em hevrêya xwe ya şehîd bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, diyar dikin ku em ê bi xurtî xwedî her kêliya keda sih salan a têkoşîna wê ya azadiya jinê derkevin. Em dibêjin, em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst, xizmetkar û tetîkkêşên wan bipirsin, vê yekê li ser bingeha xweparastinê bikin. Em vê kuştinê bi tundî şermezar dikin."

Daxuyaniyê bi vî rengî berdewam kir:

"Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku bûye bela li serê cîhanê, komkujî û polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, ji sala 2013'an û vir ve bi rêk û pêk bi qetilkirina jinên Kurd ên polîtîk û şoreşger, dewam dike. Piştî ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin, li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dehan şoreşger, siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin qetilkirin. Pêwendiya van êrîş û komkujiyan bêguman bi zanebûn û hişyarbûna bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a 50 salan û asta pêşengiyê ya jinê li nava têkoşîna azadiyê heye. Dewleta Tirk ji bo asta têkoşînê ya jinên Kurd lawaz bike mîna şebekeyeke kuştinê tevdigere. Jê heye ku bi kuştina jinan û Kurdan wê karibe wan ji têkoşîna azadiyê û berxwedanê vegire û bitirsîne. Pratîka têkoşîn û berxwedanê ya jinên Kurd a nêzî 50 salan nîşan dide ku dewleta Tirk di nava şaşitiyeke mezin de ye. Her êrîş û komkujiyê îradeya jinên Kurd xurt kir, biryardariya ji bo tevlîbûna li nava refên têkoşîna şoreşgerî hîn mezin kir. Bi qetilkirina Sakîne Cansiz re Sakîneyên nû rabûn û bi sedan jin ên ciwan û hevrêyên enternasyonal navê Sara li xwe kirin, tevlî nava refên têkoşîn û şoreşê bûn û refên berxwedanê xurt kirin.

‘Em ê têkoşîna xwe di asta herêmî û gerdûnî de mezin bikin’

Li piştî qetilkirina hevrê Firyal li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk ve, tirsa ji têkoşîna mezin a jinên Kurd û dijminatiya li jinan heye. Li gel vê yekê dixwaze destketiyên gelê Kurd ên li Kerkûkê têk bibe, bê Kurd bihêle, gelan li ber hev rake, kaosê biafirîne, nakokiyan kûr bike û şer bide destpêkirin. Di vê demê de ku şer û nakokiyên berjewendiyan ên hegemonya kapîtalîst-emperyalîst û serweriya mêr zêde bûne, li gelek deverên Rojhilata Navîn û Asyayê şer diqewime, dewleta Tirk a faşîst-nijadperest dixwaze sûdê ji vê yekê werbigire û giranî daye ser komkujiyên Kurd û jinan.

Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan li binesaziya aborî û civakî ya gelê me dibarîne, pêwîstiyên herî bingehîn; navendên av, elektrîk û sîloyên genim tune dike, dixwaze gelê me koçber bike û demografiyê biguherîne. Bi van êrîş û komkujiyên topyekûn dixwaze armanca xwe ya qirkirina Kurdan bi ser bixîne û zemîn û derfetê ji polîtîkayên Neo Osmaniyê re biafirîne. Lê em careke din destnîşan dikin ku hûn ê nikaribin vê bi ser bixînin, hûn ê têk biçin. Weke jin em ê têkoşîna azadiyê xurt bikin, mezin bikin û weke gelê Kurd jî em ê xaka xwe neterikînin, bi gelan re bijîn û xaka xwe bikin warê azadiyê.

Bang li jinan hat kirin

Bi kuştinên polîtîk bi qetilkirina jinên Kurd û zindanîkirinê re hûn ê nikaribin biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna azadiyê asteng bikin. Berevajî vê yekê biryardariya me hîn tûj dibe, îradeya me hîn xurt dibe û weke bi hezaran Sara û Zelal ên nû tevlî nava çeperên têkoşîn û berxwedanê dibin, em ê têkoşîna xwe di asta herêmî û gerdûnî de mezin bikin.

Em bang li gelê xwe û jin ên ciwan ên Kurd dikin ku weke Firyal ên nû tevlî nava refên berxwedan û têkoşîna azadiyê bibin, bi vî rengî bersiva herî xurt bidin dewleta Tirk a faşîst. Em bang li jinan dikin ên ku têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr, antî kapîtalîst û azadiya jinê ji xwe re kirine armanc; li ber kuştinên polîtîk ên dewleta Tirk rabin û helwestê nîşan bidin. Di serî de civaka navneteweyî ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst xwe bêdeng dike û tiştekî nake, em bang li hêzên herêmî û welatên ku cînayet lê diqewimin dikin ku helwestê nîşan bidin, berpirsyariyên xwe pêk bînin."