KJAR: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em berxwedanê bilind bikin

KJAR'ê diyar kir ku yekane rêya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê ye û banga mezinkirina berxwedanê kir.

Navenda Nûçeyan – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê hate derxistin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an de 25 sal derbas bûne û hat gotin, "Di van salan de êrîşên pergala kapîtalîst û netewe-dewletên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêk hatin. roj bi roj zêde dibû. Êrîş li dijî destkeftî û nirxên gelên herêmê hatin kirin. Planên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şer gurr dikin, tên meşandin. Armanca komployê her roj zelaltir dibû.”

Di daxuyaniya KJAR’ê de ev tişt hatin gotin:

“Di danûstandinên vekirî yên di navbera hêzan de planên qirkirina gelê Kurd hatin kirin. Hemû destwerdanên li ser erdnîgariya kurdan tê kirin ji bo bêhêvîtiyê di koka gelên herêmê de bihêlin e. Fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din hêviyek di dilê gelên herêmê de geş kir. Sedema vê hêviyê têkoşîn û berxwedana gerîlayan a bi salan e, belavbûna têkoşîna gelê Kurd û gerdûnîbûna felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Hêza rêxistinbûyî ya jinên Kurd ji bo jinên cîhanê bû mînak

Her pênaseya ku pergala baviksalarî ya berjewendîperest pêşkêşî raya giştî, bi taybetî ji jinan re dike, pênaseyek e ku wan paşde dixe. Di bin siya pergaleke wiha de jin nikarîbûn behsa nasname û hebûna xwe ya rast bikin, hatin mexdûrkirin, maf û hêza wan ji destê wan hat girtin. Di sîstemeke bi vî rengî de jin nikarîbû li ser navê xwe biaxive û li gorî pênaseyên ku ji berê ve hatibûn diyarkirin, neçar man ku gavan biavêjin. Lê belê bi tevgera Apoyî re jinan têkoşîn kir û vîna xwe ya rast bi dest xist. Berxwedana gerîlayên jin ên li çiyayan û birêxistinkirina jinan li parçeyên cuda yên Kurdistanê ji bo hemû jinên Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye mînak. Belavkirina dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li tevahiya cîhanê, mînaka baweriya Rêber Apo ya ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Hevokek ku li pişt wê têkoşîna bi salan di qadên cuda de heye. Jin bi tevlîbûna tevgera azadiya Apoyî bi salan têdikoşin ku ji bo nîşan bidin ku dikarin têbikoşin, biguherînin û pêşerojeke azad biafirînin.

Bi heman armancê tecrîd û êrîşên li hemberî gel tên kirin

Eşkere ye ku planên pergala kapîtalîst roj bi roj têk diçin, lê divê ev jî were zanîn ku hîna komploya navneteweyî bi dawî nebûye. Li aliyekê êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde bûn, li aliyê din jî zextên li ser hêzên pêşeng ên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ zêde bûn. Rojavayê Kurdistanê di dilê tariyê de bûye hêviyek. Berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya li Avaşîn, Zap û Metîna berxwedaneke dîrokî ye. Bi yek hevokê mirov dikare bibêje ku tecrîda mutleq û giran a li ser Rêber Apo, destwerdanên hegemonîk ên li herêmê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst jî di heman çarçoveyê de tê meşandin.

KJAR'ê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û êrîşên dawî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bashûr û Rojava şermezar dike, em bawer dikin ku yekane rêya bidawîkirina komployê mezinkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encax bi vî awayî dikare qirkirin, wêrankirin û şerê li Kurdistanê bi dawî bibe û pêşerojeke azad û demokratîk were avakirin. Bi vê boneyê em ji hemû pêkhateyên civakê di serî de jin û ciwanan daxwaz dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û belavkirina fikrên Rêber Apo çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Her wiha bibin dengê Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên mirovahiyê.”