Jinên Misrî behsa serhildana beriya 13 salan kirin

Jinên Misrî yên ku pêşengiya serhildana beriya 13 salan kirin ji siyasetê heya çandê, ji aborî heya jiyana civakî gelek destkeftiyan bi dest xistin. Jin bi şoreşê re der barê mafên xwe de hişyar bûn.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- 13 sal di ser serhildana ku bi navê ‘Şoreşa 25’ê Çileyê’ tê nasîn derbas bû. Ên ku çirûskên agir pêxistin jin bûn û di qadê de ji bo destkeftiyan bi dest bixin tu carî paşve gav neavêtin. Piştî şoreşê jinên ku neheqiyê red kirin, daxwaza jiyana bi rûmet û azad kirin. Bi demê re bi taybetî piştî ku siyaseta birayên Misliman derket pêş û desthilatdariyê xistin destên xwe jin dîsa bi zextên cur bi cur re rû bir û man. Tevî ku jin rastî zext û zordariyê hatin jî der barê amûrên parastina mafên xwe de xwedî zanebûnek girîng bûn. Ji bo jinên ku di salên destpêka şoreşê de gelek caran li Qada Tehrîrê kom dibûn, ev qad bû cihê fêrbûn û kombûnê. Jinên Misrî di 13’emîn salvegera serhildanê de ji ajansa me re axivin.

'Jin hişyar bûn'

Wergêr Sarah Sarhan diyar kir ku Şoreşa Çileyê bûye sedem ku jin di gelek mijarên bêdeng de hişyar bibin û got ku tevlibûna jinan a kar, perwerde, hîndekarî û hwd. di avakirina tevgerekê de ji bo çareserkirina gelek qeyranên li van deveran ku rû bi rû mane de rolek lîstiye û wiha gotinên xwe domand: “Jin niha li ser rêbazên daxwaz û mafên xwe, nemaze di hawirdora xebatê de gelek agahdar in." û da zanîn ku gelek tevgerên civakî yên piştî şoreşê derketine holê ji bo parastina mafên zarokên keç di warê perwerde, malbat, kar û mijarên din ên girêdayî jinan de hene.

Bi saya şoreşê ez ketim ferqa mafên xwe

Sarah Sarhan jî destnîşan kir ku dema şoreşê dest pê kiriye eleqaya wê bi siyasetê re tune bûye û wiha pê de çû: “Min di qadê de gelek serpêhatî jiya. Min gelek kes nas kirin, ez bûm şahidê serpêhatiya wan. Me şevên xwe li kolanan derbas dikir û ruxmê ku hewa pir sar bû wê kelecanê dilê me germ dikir. Min gelek mirovên ku girêdayî Misrê nê û ji bo welat guhertinên baş dixwazin nas kirin. Piştî şoreşê ez jî bi temamî hatim guhertin. Ji cihê ku ez lê dixebibîm, bi nêzîkatiyek kêfî hatim derxistin, min tu giliyek nekir. Agahiya min tunebû. Ji ber ku ez jin bûm, bi pozîsyonek herî biçûk razî bibûm lê bi saya şoreşê ez ketim ferqa mafên xwe û êdî tiştê ku ez heq nekim qabûl nakim. Bi vê hişyariyê êdî ez xwedî gelek tiştan im. Ji bilî mafên min, ez dizanim ku sazî û alîgirên femînîst hene dikarin li cem min bisekinin.

‘Jinan bi hemû enerjiya xwe kar dikir’

Sarah Sarhan behsa hin bîranînên xwe yên ji QadaTehrîrê kir û got: “Ez dikarim mînakên bêhempa yên jinan bidim. Jinan malên xwe ji jinên ciwan re vedikirin. Çalakgeran li hemberî êrîşan serî radikirin, jinên li gundan xwarin amade dikirin, ji bo ciwanan cihên mayînê û mal peyda dikirin û gelek tiştên din. Bi hevokan nayê ser ziman. Min gelek jinên ku malên xwe wexta xwe parve dikirin û ji bo jin û zarokên keç biparêzin xebitîn nas kir. Jinan ji bo ku şoreşgeran li kolanan li ser lingan bigrin hemû enerjiya xwe xerc kirin.”

'Dayikan piştgirî dan vê şoreşê'

Sarah Sarhan di berdevamiya axaftina xwe de behsa 18 rojên ku û bûye şahidê hinek bûyeran kir û wiha li ser zêde kir: “Jinek her roj kesên ku li qadan bûn cilê wan kom dikir û dişûşt piştre dianî û radestî xwediyên wan dikir. Beranberê wê tiştek nedixwest. Roja Husnî Mubarek îstîfa kir min wê nas kir. Ez çîroka wê hîn bûm. Rojek dema di zeviyan de kar dike rastî êrîşan heydûtan tê û piştî wê rojê zarokên li zeviyan wek zarokên xwe dibîne. Dayikan jî pir piştgirî dan vê şoreşê. Çi dibe bila bibe ji bo piştgirî bidin vê şoreşê gelek hewldan kirin. Ji ber nexweşxaneya Sahrayê qet nediçûn.”

‘Jinan bi şoreşê destkeftiyên girîng bi dest xistin’

Hiqûqnas û pispora şîdeta li ser bingeha zayendî Hiyam El-Cenayî destnîşan kir ku jin di şoreşê de xwedî roleke xurt bûn û yekem car bi mêran re di asteke wekhev de şopeke rast û bi bandor hiştine. Hiyam El-Cenayî diyar kir ku bi şoreşê re jinan gelek destkeftiyan bi dest xistine û wiha berdevam kir: “Piştî şoreşê fikra tevlibûna jinan a qada siyasî bi giştî hat qebûlkirin. Jinan di siyaset, jiyana civakî, aborî û çandî de gelek destkeftî bi dest xistin. Mînak piştî şoreşê êrîşa zayendî bi şeklekî eşkere tê vegotin. Cezayên kiryaran zêde bû. Sinetkirina jinan sûc hat hesibandin û ev hemû destkeftiyên jinan in.”

Hiyam El-Cenayî diyar kir ku piştî qebûlkirina beşdarbûna jinan di qada siyasî de sîstema kotaya jinan hat destpêkirin û got ku di encama sîstema kotayê de nêzî 6 wezîrên jin, şêwirmendeke ewlekariya neteweyî û nêzî 146 nûnerên jin li parlamentoyê amade bûn. Hiyam El-Cenayî di dawî de got ku ev hemû destkeftiyên şoreşê ne