Li Silêmaniyê taziya Feryal Silêman Xalid hat danîn

Li Silêman taziya jina siyasetmedar Feryal Silêman Xalid a ku 18’yê Çileyê li Kerkûkê di encama êrişeke de jiyana xwe ji dest dabû hat danîn.

Navenda Nûçeyan- Endamên Kongra Star, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, kesayetên siyasî û netewî, çalakvan û welatparêz beşdarî taziyeya jina siyasetmedar û pêşeng Feryal Silêman Xalid bûn. Şehîd Firyal Silêman di 18’yê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.

Feryal Silêman Xalid jina siyasetmedar, çalakvan û pêşeng, ji bo xebatên hevbeş yên jinan serdana Başûrê Kurdistanê kir, di 18’yê Çile de li taxa Serçinar ya Kerkûkê di encama êrişeke de ji aliyê du kesên rûyê wan girtî ve hate qetilkirin.