Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdewam dikin

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha ji hewa, bejahî û deryayî berdewam dike. Mirovên ku neçarî koçî Xan Yûnis bûne li wê derê jî dibin hedefa êrîşan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha berdewam dike. Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê; hejmara Filistîniyên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bû 25 hezar û 490, hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 354.

Îsraîlê ku Xan Yûnisê weke ‘herêma bi ewle’ îdia kir ku di serê mehê de weke ‘herêma şer’ îlan kir. Piştî vê biryarê Îsraîlê dem bi dem ji hewa ve êrîşî Xan Yûnis a li başûrê Xezayê dikir. Li bajarê Xan Yûnis û derdora nexweşxaneyên bajar ji hewayî û bi topan êrîş dikin. Ji ber zêdebûna êrîşên artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê bi hezaran Filistinî neçar man koçî Refaha li sînorê Misirê cih digre bikin. Ji ber êrîş li navenda bajarê Xan Yûnis dijwar bûn Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne careke din neçarî koçberiyê dibin.

Banga mudaxeleya navneteweyî

Rêveberiya Filistin, ji bo rawestandina gelê Xan Yûnis ku bi zorê ji cihên wan bûne neçarî koça li Refahê dikin, banga mudexleya demildest li navnetewî kir. Li gora Nûçeya di ajansa fermî ya Filistin WEFA de cih girtî, ji serokê dewleta Filistin, ji bo geşedanê li Xan Yûnis daxuyanî hat. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku tiştên ku li Xan Yûnis di qewimin weke ‘sûcê şer’ penese kirin û got: “Ji bo hevrûbûna vê sûcê metirsîdar, ji bo rûniştinek acil û awarte were pêkanîn wê serî li Konseya Ewlehiya Natewên Yekbûyî bidin.” Di daxuyaniyê de bal kişand ser metirsiya mirovan a berbi Refahê ve birinê ve û got: “Piraniya gelê Xan Yûnis ji ber êrîşên Îsraîlê ên berdewam dikin, kesên ku koçî Bakurê Zîvala Xeza dikin kesên ji beşên navînin.”

‘Divê DYA mudaxele bike’

Li aliyê din di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îsraîlê hemû peymanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî binpê dike û ji bo pêşîlêgirtina pêkanîna sûcê metirsîdar destpêkê rêveberiya DYA’yê û civaka navneteweyî demildest ji bo mudaxele bike em bang dikin.” Di daxuyaniyê de îfadeyên ku  Îsraîl li herêmê hê zêdetir ber bi înfiale ve dikişîne, ji bo rawestandina êrîşên bê rehm divê rêveberiya DYA’yê û civaka navneteweyî biryarên cidî bigrin û dem hatiye ku bikevin tevgerê hatiye.”

'Demildest agirbest’

Dîrektora Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya  (WHO) Tedros AdXanom Ghebreyesus, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî rewşa Xezayê parvekirin kir. Dîrektorê, da zanîn ku tenê di nava 3 mehan de li Xezayê ji her 10 kesan 7 jin û zarok 25 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku li Xezayê koçberbûna 1,7 milyon kesan û ji bo jiyanê tunebûna cihekî bi ewle “bi temamî trajediyek e.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku WHO û hevkarên wî duh gihîştine Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê û 19 hezar lître sotemenî belav kirine û hat diyarkirin ku riyên ku diçin nexweşxaneyê jî zirarek mezin dîtine. Di parvekirina ku hate gotin "Tenê ji sêyan yek nexweşxaneyên li bakurê Xezayê bi awayekî bi zorê kar dikin”, hat diyarkirin ku ji bilî personelên tibî yên pispor ên tevahiya birîndaran derman bike sotemenî, pêdiviyên tibî, ava paqij û xureka têrker nayê ditîn. Di parvekirinê de wiha hat gotin: "Divê ev şert û mercên dojehê ku li Xezayê sivîl û xebatkarên tenduristiyê dijîn bi dawî bibin. Demildest agirbest pêk were.'

Ji bo sivîlan tirsnak e'

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres jî, wiha got: "Tevahiya gelê Xezayê di nava karesateke wisa de ye ku tu mînaka wê tune ye. Tu tişt nikare cezakirina komî ya gelê Xezayê rewa bike." Sekreterê Giştî di rûniştina Filîstinî ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de axivî. Antonio Guterres, diyar kir 100 rojên dawîn ji bo sivîlên Filistînî yên li Xezayê tirsnak e û destnîşan kir rewşa mirovî dehşet e.

‘Bi milyonan mirov di vê zivistanê de bê star in!’

Antonio Guterres, diyar kir ku 2,3 milyon Filistînî di mehên zivistanê de bêyî stargeh, germkirin, malzemeyên paqijiyê, xwarin û av di nav şert û mercên nemirovane û xerab de têkoşîna jiyanê didin. Antonîo Guterres, her wiha bal kişand ser rastiya nexweşiyên şewbê yên li herêmê û wiha got: "Gelê Xezayê ne tenê ji ber bombebaranê, di heman demê de ji ber nexweşiyên şewbê yên wekî hepatît A, dîzanterî û kolerayê jî bi xeteriya mirinê re rû bi rû ye.”

 Li Lubnanê jinek birîndar bû

Li aliyê din li gorî agahiyên hatine girtin, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya bi çekên giran li dijî başûrê Lubnanê pêk anî de sivîlek birîndar bû. Îsraîlê, bersiva êrîşa Hîzbullahê ya li ser axa Îsraîlê pêk anî da. Bi topên 155 milîmetreyê re hin hedefên li bajarokê Şebaa ku Hizbullah êrîş pêk anî, hatin xistin. Di encama guleyek topê ya li dijî malekê de jinek birîndar bû.       v